Midûrê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç, serbest hate berdan.
Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rastî 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû û li dadgeha bilind hatibû xerakirin, rastî 6 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatibû. Kilinç, meha borî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê hatibû kirin. Kilinç, di çarçoveya 3'emin Pakêta darazê de li ser îtîraza parêzer serbest hate berdan.