Rojhilat bi çalakiyan Bakur silav dike

Gel li bajarên Rojhilatê Kurdistanê daket kolanan, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin, berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin.

Gelê Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû astengiyên rejîma Îranê jî daket kolanan, xwedî li berxwedana gelê Bakur derket, qetlîamên dewleta Tirk protesto kir. Di çalakiyan de gelek kes hatin binçavkirin.

KIRMANŞAN

Hêzên rejîma Îranê êrîşî çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk kirin, li Ciwanro yê girêdayî bajarê Kirmanşan teror meşandin. Li bajar gelek aktîvîst hatin girtin, ser malan de girtin.

Her wiha rêyên ku li navenda bajarê Kirmanşan ên diçin qada çalakiyê heta êvarî ji aliyê hêzên girêdayî rejîmê hatin dagirkirin.

ÎLAM

Li bajarê Îlamê jî qada ku gel wê çalakî lê li dar xistiba ji aliyê hêzên rejîmê ji sivîlan re hate girtin.

SINE

Tevî ehmû hewldanên astengiyan jî li bajarê Sinê gelê di pêşengiya Dayikên Aştiyê yên Sinê meşiyan xwe gihandin Qada Îqbalê. Dayikên Aştiyê nehiştin hewldanên binçavkirinê yên polîsên êrîşî girseyê kirin pêk werin. Girseyê li dijî êrîşan, dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Bakur” ve bersiv dan. Di çalakiyên ku 20 kes ji bo demek kurt hat binçavkirin de Hîwa Kemanger û Cehagîr Wekîlî ji bo demekê şandin girtîgehê.

SERDEŞT VE URMİYE

Tevî hemû hewldanên astengiyan jî li bajarên Serdeşt û Urmiyê çalakiyên cuda cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyên li van bajaran de peyama, “Bakur em bi te re ne’ hat dayîn.

Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî kampanyaya, “Berxwedan Jiyan e” didome. Li gor agahiyên ji tevna civakî, îro jî zarokên Rojhilatî di çarçoveya kampanyaya, “Berxwedan Jiyan e” de ji bo zarokên Bakurê Kurdistanê dowîzên “Em bi we re ne” rakirin.

...