Di van rojên ku Şezmînan hatiye dorpêçkirin de ji bo xebateke din ez çûm herêmeke nêzî Şemzînanê qada Xakurkê. Kelecan û kêfxweşiya desteserkirineke girîng a ku di dîroka têkoşîna azadiya Kurd de cihekî girîng digere jî di rojeva me hemûyan de bû. Ji ber wê jî her agahiya ku ji wir dihat ji b o me gelek girîng bû û em her tim televîzyon û radyoyê dişopînin. Bê guman bêtêlên gerîlayan jî hene. Em ji bêtêlên gerîlyan gav bi gav geşedanên diqewimin, pevçûnên pêk tên em hêj germ dişopînin.
Di 23’ê tîrmehê de tevgera gerîla dest pê kir û di roj a 18’emîn de û kontrola gerîla ya li ser herêmê didome. Artêşa tirk bomberana ku pêk aniye Şemzînan vegerandiye qada şer. Dewleta tirk gelek herêm weke herêmên leşkerî îlan kiriye. Bi dehan gundên herêmê vala kirine. Dengê bombeya kazanê ya ji balafirên şer tên avêtin; bi dengên topên hawanê, obus û fuzeyên katuşan re li nav hev dikeve. Ji ber ku tu kontrola artêşa tirk li herêmê tune û nekare ji bejahî ve tu tiştekî bike enceq dikare herêmê bi çekên giran, helîkopterên tîpa kobra û F16’yan bombebaran bike.
Ev 18 roj e bombeyên kazanê davêjin gundê Nehrê, Begirdê,Nêrkola, Navreza, Muşê, Bêşems, Robînus, Demlate û Betera. Hemû rez û baxçeyên gundiyan wêran bûne. Ked û tenê çavkaniya debara gundiyan di carekî tune kirine. Di encama êrêşên artêşa tirk de niha ji gundan dumaneke reş radibe…
KELEHA BERXWEDANÊ: GOMAN
Şeva em gihiştin qadê, li girê Gomanê pevçûnên dijwar diqewimîn. Ji roja dorpêçkirinê heta niha pevçûn didomin û qad rastî êrîşên dijwar yên yekineyên hêzên hewayî û topê yên tirk tên. Li hin cihan hem ji bejayî û hem jî ji hewayî êrîş pêk tên û ligel vê caran jî pevçûn diqewimin. Gerîlayên ku însiyatîfa wan herêman di destê wan de ye, her tim li hemberî qereqolan çalakiyan pêk tînin. Belê em van pevçûnên dijar ji bêtêlên gerîlyan guhdar dikin. Anonsek ji bêtêlê tê kirin, anonsa dijwarbûna pevçûnê tê kirin. Dibêjin; “Em ji raperîn heval agahiyê nagirin.” Ez li rûyê gerîlayan dinêrim; dibêjim gelo çi difikirin, çi hîs dikin? Hevaleke jin a gerîla ku ev pê re bêtêlê guhdarî dikim, dibêje; Ew teqez dê ji xwe re riyekê bibîne û rizgar bibe”
Bi qasî ku min fêm kiriye Raperîn li qadeke ku pevçûn lê gelek dijwar bûye dimîne. Li vê herêmê carna di pevçûnê de gerîla û leşker ketine nava hev û bi vî awayî şerekî gelek dijwar qewimiye. Gerîlayan yekineyên artêşa tirk şûnde vegerandine. Lê heval Raperîn birîndar bûye û ji komê qut bûye... Ev yek bi gerîlayan re me jî xem gelek xemgîn dike.
HEVDÎTINEKE SURPRÎZ
Koma gerîla hê jî bi fikar û xemgîn e. Em wan li wir dihêlin û diçin ba yekeniyeke din. Wê şevê em cihê xwe diguherînin. Em di 4’ê sibê de dikevin ser rê. Rêwitiya me saet di 8’an de bi dawî dibe. Em xwe digihînin yekineyeke din. Li vir jî rojev geşedanên Şemzînanê ye. Em jî tevli sohbetê dibin. Guhê hemû kesî li ser bêtêlê ye. Kurt be jî piştî molayekê em çaya xwe ya ku li ser agir çêbûye vedixwin û bi lez û bez em diçin cihê ku betel lê ye. Em bi komeke gerîla re rû hev tê.
Di nava komê de du gerîlayên birîndar bala min dikişînin. Birîna her du gerîlayên ciwan ne zêde giran e; her du jî bi rûkenî me pêşwazî dikin. Gelek gerîla li dora wan kom bibûn. Em çûn cem wan. Moralê wan di cih de bû. Tişta ku wan diêşîne jî ji ber ku birîndar bûne û ji herêmê dûr ketine ye. Xemgîn dibin û dibêjin em zû birîndar bûne. Dibêjin ji ber ku hêj gelek tiştên ku bihata kirin hebû. Bê guman em mereqa xwe nekarin bidin sekinandin em hema pirsan jê dipirsin. Gerîlaya jin wekî ku hêj di nava pevçûnê de ye wan demên vedibêje. Dema vedibêje rûyê wê geş dibe û dibêje: “Em komek heval li aliyê din yê girê Gomanê me çepera xwe danîbû. Leşkeran îhtîmal nedida ku dê gerîla evqas nêzî wan bibin. Leşkerekî qiriya û got ‘aaa terorîstler burada (wîîî terorîst li vir in)!!! Bi gotina wî re bombeyên me li çeperên wan ketin. Me bi çekên xwe bênavber li wan xistin. Bi vê yekê re toz-duman û dengên çekan ketin nava hev. Ez saet nêzî 3’an bûm ji komê veqetiyam. Bêtêla ligel min nedixebitî. Ji ber ku tarî bû min fêm nekir çima naxebite. Cihê ku em ketin pevçûnê qadeke fireh bû. Ez ji lingê xwe birîndar bû. Min bi lezgînî nekarî tevbigerin. Min berê xwe da daristanekê. Min xwe li cihekî tarî veşart. Dema roj hilat min xwe li cihekî baştir veşart. Min bêtêla xwe ji nûve kontrol kir û min dît ku kabloya wê qetiyaye. Hema min bi banta ku ligel min bû kabloya wê min girêda. Piştî vê min hema bi hevalên xwe re têkilî danî. Saet ji 3’an heta 16-17’an ez tenê mam. Min her tim hevalên xwe difikirî. Min digot gelo wan çi kir.”
Gerîlaya birîndar tiştên di pevçûnê de qewimîbûn vegot. Hema hate hişê min. Dema em li yekineya din bûn anonsek hatibû kirin û navê Raperîn hate hişê min. Ew gerîlaya ku bo wê anons hate kirin heval Raper ya ku niha li kêleka min bû. Vegotinên gerîlaya jin nîşan dide ku têkiliyên me yên hevaltiyê çiqas bi hêz in. Gerîlaya jin ligel ku bi birîndarî bi tena serê xwe ma jî hevalên xwe difikirî. Dema koma wan çû, me demê bi hevala gerîla ya jin a birîndar re sohbet kir.
Gerîlayek din yê ku ew jî li Gomanê birîndar ketibû jî vegotinên gerîlaya jin guhdarî dike. Gerîlaya jin dibêje; Ji nûve dîtina hevalan tiştekî ku mirov nekarin bi gotinan vebêjine. Ji nû ve vejîn e. Ruhê hevaltiyê kelecan û kêfxweşiyê dide mirovan.”
Her du heval hasten xwe bi hev re parve dikin. Her du gerîlayên birîndar bûne ji lingê yekî de birîna guleyekê di yê din de jî birîna du guleyan hene. Li cihê pevçûnê mudaxaleya wan a yekemîn hatiye kirin. Lê her du jî dixwazin vegerin qada pevçûnê. Dibêjin; “Heval li wir pevçûn didome. Heta ku tecrîdali ser serokatiya me bi azadiyê encam nebe em nekarin bisekinin.”
Wan ji wan, ji zimanê wan guhdarkirin gelek xweş e. Bi taybetî demên pevçûnê û gerîlatiya bakûr ji wan guhdarkirin gelek xweş e û cuda ye. Ji vê sohbetê fermandarê wan me qut dike. Dibêjin divê dîsa biçin. Ew ketin riya cihê ku divê biçin. Dema ketin rê li ser xwe vegeriyan û qiriyan û gotin: ‘heval em ê di demeke nêz de vegerin’.