Îlanên xwerêveberiyê yên li navçeyên wek Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûrê yên Bakurê Kurdistanê destpê kirin li herê belav dibin, ji milekî jî li tevahî welatên Kurd lê dijîn çalakiyên xwedîderketinê tên lidarxistin.
26’ê Kanûnê 2015’an wê li bajarê Dusseldorf ê Elmanya meşeke girseyî bê lidarxistin. Meşa ku ji aliyê NAV-DEM, TJK-E tê organîzekirin bê dirûşma, “Ji Faşîzma Dewleta AKP-TC destûr nîne, Em li Xwerêveberiyan Xwedî Derdikevin tê lidarxistin. Meş, 26’ê Kanûnê saet 13.00’an ji pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî ya Dusseldorfê destpê dike.
‘EM Ê LI QADAN BIN’
Têkîldarî meşê, Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç agahî da ANF’ê, bi bîr xist ku li dijî daxwazên azadiyê yên Kurdan, dewleta Tirk bi qetlîaman bersivê dide, got wê li dijî vê li qada bin.
‘EM XWERÊVEBERIYAN SILAV DIKIN’
Koç got, “Dewletê bi rêbazên DAIŞ’ê, li Sûr, Cizîr, Farqîn, Nisêbîn, li tevahî Kurdistanê polîtîkayên xwe yên şer li dijî gelê me xistiye meriyetê.” Koç berxwedana xwerêveberiyan silav kir.
BANGA ÇALAKIYÊ
Hevserokê NAV-DEM’ê Koç wiha bang li Kurdên li Elmanya dijîn û derdorên demokratîk kir: “Bi armanca protestokirina polîtîkayên qirêj ên hikûmeta faşîst a AKP’ê-dewleta Tirk û xwedîderketina xwerêveberiyan, em dixwazin 26’ê Kanûnê tevlî mîtîng û meşa navendî ya em ê li Dusseldorfê lidarbixin bibin.”