Roja 6. a operasyona rizgarkirinê...
Operasyona hêzên QSD'ê ya ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê di roja 6. de bênavber dewam kir.
Operasyona hêzên QSD'ê ya ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê di roja 6. de bênavber dewam kir.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê, ku di 24'ê Gulanê de destpê kir, di roja 6. de bi lêdana derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê, dewam kir. Bi desteka hêzên koalîsyona navneteweyî, gelek çeperên DAIŞ'ê hatin îmhakirin.
Piştî ku pêngavê li ser daxwaza gelê herêmê destpê kir, heta rizgarkirina bakurê Reqqayê, gelê herêmê koçî herêmên ewle dike. Heta niha zêdeyî 100 welatiyên ji Reqqayê xwe gihandine kampa Mebrûka ya li Serêkaniyê û xwe ji zilma çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê JI MÛSILÊ HÊZA NÛ XWESTIN
Hêzên QSD'ê li bakurê Reqqayê her bi pêş de diçin. Heta niha herêmeke bi 5 km'yan berfireh û 9 km'yan dirêj ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî vê pêşdeçûna QSD'ê ketine nava panîkê, ji Mûsilê hêza alîkar xwestin.
BASKÊ 4. Ê OPERASYONÊ JÎ KETE NAVA TEVGERÊ
Weke ku tê zanîn QSD'ê di 24'ê Gulanê de ji 3 baskan ve dest bi operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê kiribû. Baskê 4. ê QSD'ê jî ji rojhilatê Firatê duh kete nava tevgerê.
Ev baskê çaremîn ê duh li aliyê rojhilat ê Çemê Firatê bi rê ket, berê xwe da Tabqa ya li bakurrojavayê Reqqayê ye.
FERMANDARA QSD'Ê ROJDA FELAT: HÊZÊN ME BER BI TABQAYÊ VE DIÇIN
Li ser mijarê, Fermandara QSD'ê Rojda Felat li başûrrojhilatê bendava Tişrînê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Fermandara QSD'ê Rojda Felat diyar kir, operasyona wan bi rengekî serketî dewam dike, her wiha bi tevlîbûna hêzên herêmî re berfireh bûye û baskê 4. jî ketiye nava tevgerê.
Fermandara QSD'ê da xuyakirin, bi baskê 4. ve ew dixwazin xwe bigihînin Tabqa ya li rojhilatê çemê Firatê ye û got, "Ev baskê 4. ê nû bi rê ketiye, wê vê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bike."
Fermandar Rojda ragihand, balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî jî desteka hewayî didin vê pêngavê û anî ziman, pêşdeçûna hêzên QSD'ê dewam dike.
Li gorî daxuyaniyên fermî yên QSD'ê, di çarçoveya pêngavê de heta niha 10 gund û gelek gundik ji çeteyan hatine paqijkirin. Qadeke ji firehiya 5 kîlometre û kûrahiya 10 kîlometre hatiye rizgarkirin.