Roboskiyan bersiv da Ozel: Dîmenên Heronê biweşînin

Roboskiyan bersiv da Ozel: Dîmenên Heronê biweşînin

Roboskiyan li hemberî gotinên Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel ên wekî; "Di nava koma Roboskiyan de mîlîtanên çekdar hebûn, dema ku leşker digihîje ser cenazeyên wan ew çek hatin veşartin" nerazîbûn nîşan dan û ev gotin derewandin. Hîkmet Almayê ku di komkujiyê de biryaê wî jiyana xwe ji dest da, west ku dîmenên heronan bên weşandin û got; "Bila dîmenên heronan bên weşandin, kî derewîn e wê demê dê herkes bibîne."

Tevî ku 6 meh ji ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn jî ji bo aşkerakirina berpirsan tu gav nehatine avêtin. Ev jî têrê nekir vê carê Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel got; "Di nava koma Roboskiyan de mîlîtanên çekdar hebûn, dema ku leşker digihîje ser cenazeyên wan ew çek tên veşartin." Roboskiyan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. Birayê Nadîr Almayê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Hîkmet Alma diyar kir ku walîtiya Şirnexê ji wan re gotine di encama îstîxbarata şaş de komkujî pêk hatiye û got; "2 roj piştî komkujiyê bavê min ji me re got, 'Waliyê Şirnexê hat mala me min jê re got, we lîstik anî serê me, ji ber vê yekê walî jî got, ' na armanca me ne ew bû ji me re îstîxbarata PKK'yî bi çekên giran dê sînor derbas bikin hatibû lê dema ku em çûn cihê bûyerê me çek nedîtin."

Alma diyar kir ku piştî bûyerê yê herî destpêkê gihîşt cihê bûyerê ew bûye û wiha axivî: "Piştî ku komkujiya duyemîn pêk hatî nîv saet şûn de em gihîştin cihê bûyerê. Yanî saet di 22.30'an de herî dereng 23.00'an de em gihîştin cihê bûyerê. Wekî ku tê îdîakirin ne PKK û ne jî çekên wan hebûn. Li wê derê Mazot, cigare û bedenên xizmên me yên parçe bûyî hebûn."

Alma anî ziman ku dema ku wan cenazeyên xwe ji cihê bûyerê girtine bi ser serê wan de Heron firiyane û destnîşan kir ku hewldana rewa kirine komkujiyê heye. Alma got; "Dema ku me cenazeyên xwe girtin Heron li ser serê me de difiriyan. Birayê min di bin axê de mabû. Lê me enceq ew şev saet 02.00'an de karî derxînin. Di wê demê de Heron jî nêzî me bibû. Heke gotinên wan rast bin bi rastî jî ew cenazeyên PKK'iyan bin bila dîmenên Heronan bi raya giştî re parve bikin. Wê demê kî derew dike dê derkeve holê."