Rihayî: TIR'ên tijî çek û TIR'ên ji depoyên petrolê pev guhertin

Rihayiyan, danûstandin û hiqûqa navbera Tirkiye û dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê nirxandin û destnîşan kirin, ku cîhan û alem hemû dizanin bê TIR'ên tijî çek diçe ji kê re û TIR'ên ji depoyên petrolê ji kê re tên.

Danûstandina AKP'ê ya bi dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê re di rojeva raya giştî ya cîhanê de ye. Hêzên herêmî û global bi awayekî vekirî, têkiliya di navbera AKP û DAIŞ'ê de ragihandin. Desthilatdariya AKP'ê jî bi rêya "înkarê", van "sûcdariyan" bi israr red dike. Bazirganiya petrolê ya navbera AKP û DAIŞ'ê, ku piştî xistina balafira şer a Rûsyayê li sînorê Sûriyeyê bi belgeyan ji aliyê Rûsyayê ve hat aşkerakirin, her di rojevê de ye.

GOTINA DAVÛTOGLÛ YA JI BO DAIŞ'Ê GOT 'NANKOR' MUKURHATINA LI HER TIŞTÎ YE

Rihayiyan 'piştevaniya' navbera AKP û DAIŞ'ê nirxandin û destnîşan kirin, ku cîhan û alem hemû dizanin bê TIR'ên tijî çek diçe ji kê re û TIR'ên ji depoyên petrolê ji kê re tên. Adîl Baykal daxuyaniyên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yê piştî êrîşa bombeyî ya li Enqereyê bibîr xist, ku Davûtoglû hingî gotibû 'DAIŞ namerd û nankor e'. Baykal da xuyakirin ku gotina 'nankor' mukurhatina li her tiştî ye û got, "Ez ji vê gotinê fêm dikim bê AKP û DAIŞ di nava têkiliyeke çawa kirêt de ne. Davûtoglû bi gotina 'nankor' a ji DAIŞ'ê re got, xwest nîşan bide ku tevî hemû desteka daye ew nikare qebûl bike ku çeteyên DAIŞ'ê ev yek kirine. Her wiha her kes dizane ku TIR'ê MÎT'ê yên tijî çek bi ku ve çûne. Çeteyên DAIŞ'ê yên çek wergirtin, weke berdêla vê hem êrîşî Kurdan dike, hem jî petrolê dide Tirkiyeyê."

'JI ÇETEYÊN KU ÇEKÊ JI WAN RE DIŞÎNE, PETROLÊ WERDIGIRE'

Mûstafa Canpolat jî ragihand ku polîtîkaya AKP'ê bi temamî li ser dijberiya Kurdan tê meşandin û anî ziman ku AKP di berdêla dijberiya destketiyên Kurdan de amade ye bi her şêwe rêxistinbûyînên çete re hevkariyê bike. Canpolat da xuyakirin, ku ev hemû ji bo pêşîgirtina li Kurdan tên kirin û got, "Ji ber vê yekê, dewletek nemaye ku pê re li hev dike. Bi îdîaya 'Rûsya piştgiriyê dide Kurdên li Rojava' balafira Rûsyayê xist. Tevî pozîsyona ewçend a xurt a Rûsyayê, ev yek kir. Rûsyayê jî karên wê yên gemarî raxist pêş çavan. Yek bi yek li tankerên DAIŞ'ê yên petrol dibirin Tirkiyeyê xist. Niha jî hewl didin înkar bikin ku ji DAIŞ'ê petrolê werdigirin. Lê belê her kes dizane ku Tirkiye petrolê ji DAIŞ'ê dikire. Rûsyayê ev yek bi belgeyan raxist pêş çavan. Ji xwe her kes dizane ku Tirkiye alîkariya çekan dide DAIŞ'ê ji bo li hemberî Kurdan şer bike. Di berdêla van çekan de jî petrolê ji van çeteyan werdigire. Rewş ewçend hêsan û zelal e."

DESTEKKIRINA DAIŞ'Ê, JI BER DIJMINATIYA LI KURDAN E

Esnafê bi navê Gokhan Odabaşi da xuyakirin ku hemû qenalên medyayê yên neteweyî, kirîn û firotina petrolê di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de bi şêweyekî ku hatiye îspatkirin nîşan didin û got, "Hat îspatkirin ku bi TIR'an alîkariya çekan hatiye kiriye. Her wiha hat îspatkirin ku di berdêla vê de jî petrolê werdigire. Ev hemû ji bo pêşîgirtina li destketiyên Kurdên li Rojava tên kirin. Ji ber ku Tirkiye bi çavê dijminatiyê li Kurdan dinêre, bi nêzîkatiya 'dijminê dijminê min dostê min e' DAIŞ ewçend xwedî kir. Di dawiyê de çi bû? DAIŞ û çeteyên mîna DAIŞ'ê li Amed, Pirsûs û Enqereyê komkujî kirin. Di vir de hedef dîsa Kurd bûn. Divê ev yek ji nedîtî ve neyê. Li Riha, Dîlok û Semsûrê, xebat û rêxistinbûyînê van bi zanebûn nayên dîtin. Çete xwe li van bajaran bi rêxistin dikin."

'TI CUDAHÎ DI NAVBERA AKP Û DAIŞ'Ê DE NÎNE'

Bulent Korkmaz jî da zanîn ku di rewşa heyî de ti cudahî di navbera DAIŞ û AKP'ê de nîne û ev nirxandin kir: "Ji bilî vê yekê, rewş bi ti awayî nayê vegotin. Zîhniyet û helwestên wan weke hev in. Ya ku AKP li Bakurê Kurdistanê dike, hovîtiya ku çete li Sûriyeyê dike ye. Ne tenê çekan dide û petrolê dikire. Di heman demê de hovîtiya ku DAIŞ dike, AKP yekser li bajarên Kurdan dike. Di navbera wan de ti cudahî nîne. Her du jî bûne belayê serê gelan. Lê belê wê êdî ew reklam û rolên mexdûriyetê jî nikaribin wan rizgar bikin. Çi zû çi dereng, wê hesabê hemû komkujiyan ji wan bê pirsîn. Komkujiyên li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg, Mûş, Pirsûs û Enqereyê hemû komkujî bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê hatine kirin. Ev yek ne tenê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin. Bi giştî navê DAIŞ'ê tê bilêvkirin, lê belê El Nûsra û gelek çeteyên mîna wê ji aliyê AKP'ê ve tên xwedîkirin. Haya cîhanê ji vê yekê heye."

...