Rêya Qoser û Artûklûyê li trafîkê hate girtin
Ciwanan, rêya Qoser û Artûklûyê li trafîkê girt, komkujiyên li Nisêbîn û Şirnexê şermezar kirin.
Ciwanan, rêya Qoser û Artûklûyê li trafîkê girt, komkujiyên li Nisêbîn û Şirnexê şermezar kirin.
Êrîşên qirkirinê yên li ser Nisêbîn û Şirnexê li navçeyên Qoser û Artûklûyê hatin şermezarkirin. Ciwanên ku rêya Artûklû û Qoserê li trafîkê girtin, dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Nisêbînê", "Bijî Berxwedana Şirnexê" berz kirin.
Ciwanên ku rê li trafîkê girtin, lastîk şewitandin, piştî demekê TOMA û maşîneyên zirxî yên URAL hatin cihê çalakiyê û êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan çeteyên Qesrê.
Çeteyên Qesrê ji maşîneyên zirxî ketober taxên navçeyan dan ber bombeyên gazê, piştî demekê ciwanan xwe kişandin nava kolanan.