Rêxistinên sosyalîst û çepgir li dijî qatlîaman di grevê de ne
Bi pêşengiya Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê ji bo şermezarkirina êrîş û qatlîamên li Kurdistanê yên hikûmeta AKP'ê greva birçîbûnê ya 2 rojan hate destpêkirin.
Bi pêşengiya Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê ji bo şermezarkirina êrîş û qatlîamên li Kurdistanê yên hikûmeta AKP'ê greva birçîbûnê ya 2 rojan hate destpêkirin.
Bi pêşengiya Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê li avahiya ÎHD'ê ya Edeneyê li dijî qatlîamên li Kurdistanê yê ku AKP pêk tîne greve birçîbûnê ya 2 rojan hate destpêkirin. Beriya greva birçîbûnê ya ku demokrat. Çepgir û sosyalîstên li bajar jî beşdarî grevê bûn û beriya grevê daxuyanî hate dayîn. Endamê SGDF'ê Yunus Varli li vir axivî û diyar kir ku ew li dijî feraseta şer a AKP'ê jiyanê û azadiyê diparêzin.
Piştî daxuyaniyê Komeleyên Çandê yên Elewiyan, Dayikên Aştiyê, Bîrleşîk Devrîmcî Partî, DEM-GENÇ, DHF, SDGF, ESP, DÎK, Egîtîm Sen, EMEP, HDP, HTKP, ÎHD, Kaldiraç, NÇM, MEYADER, KJA, PSAKD, SYKP, TOP-G, TUHAD-FED û Komeleya Elewiyan a Dêrsimê tevli greve birçîbûnê bûn.