Rêxistina DBP’ê ya Amedê: Êrîşên polîsan delîlên provokasyoneke nû ne

Piştî daxuyaniya hevpar a DBP, HDP, KCD, KJA û rêxistinên civaka sivîl polîsan êrîşî gel kirin. Êrîş li kolanên Amedê didomin.

Piştî daxuyaniya hevpar a DBP, HDP, KCD, KJA û rêxistinên civaka sivîl polîsan êrîşî gel kirin. Êrîş li kolanên Amedê didomin.

Li Amedê îro saet 17:00’an girseya piştî daxuyaniyê belav dibû ku rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat, wek delîla provokasyoneke hat nirxandin.

Di daxuyaniya Rêxistina DBP’ê ya Amedê de wiha hat gotin, “Îro saet 17.00’an girseya piştî daxuyaniyê belav dibû rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat. ev delîlên provokasyoneke nû ne… Kesên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de encama dixwestin negirtin, hewl didin bi zext û şîdetê bigihêjin armanca xwe. Ji bo provokasyon û mirin zêde nebin, ji bo li navçeya Sûrê ya di bin dorpêça polîsan de ye lêkolînê bike heyetek hatiye avakirin.”