Rewşa dawî ya Cizîr û Nisêbînê: Berxwedan geş dibe

Li Cizîr û Nisêbînê ku rewşa awarte di roja 9. de ye, berxwedana gel geş dibe.

Li Cizîr û Nisêbînê ku rewşa awarte di roja 9. de ye, berxwedana gel geş dibe. Li taxên Cizîrê, li hemberî topbaranê dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" bilind dibin. Ji ber ku leşker û polîsan hemû nexweşxaneyên li navçeyê ji xwe re kirine biryargeh, nexweş nikarin tedawî bibin.

Li Nisêbînê jî, li taxên Zeynelabîdîn û Kişla yên duh derketina derve li wan hat qedexekirin, êrîş giran bûn.

CIZÎR

Li Cizîrê ku rewşa awarte di roja 9. de dewam dike, gel li dijî topbaranê li ber xwe dide. Bi destpêkirina qedexeyê re, leşker û polîsên Tirk di serî de Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hemû dibistan û saziyên cemaweriyê ji xwe re kirine biryargeh. Ji ber ku leşkeran hemû nexweşane ji xwe re kirine biryargeh û dest danîne ser hemû ambûlansên li navçeyê, nexweş û birîndar hewl didin bi derfetên gel werin dermankirin. Li taxa Cûdî, zarokên bi nexweşên astimê ku divê her du saetan carekê bi cîhaza bêhnstendinê bên girêdan, nikarin tedawî bibin.

Leşker û polîsên Tirk, ji ber ku nikare berxwedana gel bişikînin, vê carê jî ji bo gel bi zorê bide koçkirin, guleyan ber didin depoyên li ser xaniyan. Heta niha bi hezaran depoyên avê yên li malan, ji ber êrîşan hatine teqandin.

Ji ber topbarana leşkerên Tirk jî gelek xanî xera bûn. Ciwanên ku li ber xendekan li ber xwe didin, hewl didin xaniyên gel ji topbaran çekdarên dewleta Tirk biparêzin. Gelê Cizîrê bi tilîlî û qîrîna dirûşma "Bijî Berxwedana Cizîrê" li hemberî topbaranê li ber xwe dide.

NISÊBÎN

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, qedexeya derketina derve di roja 9. de ye. Êrîşên ku duh heta derengiya şevê dewam kirin, ber destê sibehê ji nû ve dijwar bûn. Li taxên Zeynelabîdîn, Kişla, Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa, maşînên zirxî yên li serê kolanan bi cih bûne, gule li taxan reşandin. Ji ber gulereşandinê gelek xaniyan xisar dîtin. Li navçeya ku av û elektrîk li ser hatiye birîn, êrîşên hêzên dewleta Tirk dewam dikin.