Rewandiz ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser piyan bû

Rewandiz ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser piyan bû

Li navçeya Rewandiza Hewlêrê ji bo destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bi armanca piştgiriyê çalakiyek hat lidarxistin

Demjimêr 22:00 duh şevê, saziyên medenî, çalakvanên sivîl, rojnamevan û gelê her du navçeyên Rewandiz û Soranê, bi armanca piştgiriya ji şoreşa Suriyeyê û azadkirina Rojavayê Kurdistanê kombûnek saz kirin.Kombûn li navenda bajarê Rewandizê hate lidarxistin û beyannameyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de çalakvanên sivîl ji gelê Kurd xwestin ku her Kurde xwe li hember Rojavayê Kurdistanê berpirsiyar bibîne û erkên xwe li hember gel bi cîh bîne. Di berdewama daxuyaniyê de çalakvanan nerazîbûna xwe li hemberî leşkerkêşiya hêzên Iraqê bo navçeyên sinoriyê Herêma Kurdistanê derbirî û her wisa ji Serokatiya Herêmê xwestin ku bi her awayî piştgîriya penaberên Rojavayê Kurdistanê bikin ku hatine Başûrê Kurdistanê û di rewşeke xirab de ne.