Polîsên Tirk ên ku hemû erk ji rêveberiya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê stendine, hemû birîndarên ji Cizîr û Silopiyayê tên, binçav dikin. Rêveberiya nexweşxaneyê got, "Em hatine dorpêçkirin, ti erka me nîne."
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, îşkenceya li ser cenazeyên kesên li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin berdewam dike û welatiyên birîndar ên ji Cizîr û Silopiyayê jî bi awayek fiilî li nexweşxaneyê di bin çavan de tên hiştin. Polîsên ku nexweşxaneyê dorpêç kirine destûr nadin ku welatiyên birîndar bi ti kesî re hevdîtin bike. Polîs her wiha zextê li rêveberiya nexweşxaneyê dike ku agahî nede ti derî.
BIRÎNDAR TÊN GIRTIN
Tedawiya welatiyê bi navê Suat Evşîn ê ji Cizîrê û Hasan Ûysal ê ji Silopiyayê jî di bin çavdêriya polîsan de tê kirin. Bavê Evşîn, Muhammed Evşîn diyar kir ku ti agahî ji wan re jî nayê dayîn. Ûysal jî da zanîn ku ew jî bi destê sekvanan ve hatiye birîndar kirin û wiha axivî: "6 roj in ez li vir im. Hevalê ku ez anî vê derê hate girtin. Em nizanin çima hatiye girtin û li ku derê ye.
Li nexweşxaneyê polîs hemû raye û erkên rêveberiya nexweşxaneyê ji wan girtiye. Dema me xwest em bi rêveberiya nexweşxanê re der barê cenazeyên li morgê tên rawestandin û rewşa birîndaran de biaxivin, polîs ket hundir û bang li Serbijîşk kir. Piştî hevdîtina bi polîsan re Serbijîşk ji me re got 'Ez nikarim bi tu awayî biaxivim. Divê hun ji walitiyê destûrê bigirin.'
Yek ji rêvebirên nexweşxaneyê bi van gotinan rewşa heyî anî ziman 'Rewşa awarte heye, em di bin dorpêçê de ne û tu erka me tine ye.'