Rêveberên HDP û DBP’a Amedê piştî 28 rojan hatin berdan

18 siyasetmedarên Kurd ku li Amedê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û di nav de hevserokên HDP, DBP’e yên bajêr û navçeyê cih digirtin, piştî 28 rojan binçavî man hatin berdan.

18 rêveberên bajêr û navçeyan ku li navend û navçeyên Amedê di serdegirtinên hemwext de 11’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin û di nav de Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Cabbar Leygara û Gulşen Ozer, Hevseroka DBP’a Bajêr Hafîze Îpek jî hebûn, piştî karûbarên li emniyetê anîn Edliyeya Amedê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, siyasetmedarên Kurd bi daxwaza berdanê yê bi şertê kontrola edlî sewqî hakimtiya sûlh ceza ya nobedar hatin kirin. Piştî lêpirsînên li hakimtiyê, siyasetmedarên Kurd bêyî şertê kontrola edlî hatin berdan.

Navê rêveberên bajêr û navçeyan ên hatin berdan wiha ne; “Şaban Tûrhan, Ramazan Dengîz, Ahmet Karakoç, Hadîn Kaya, Kadriye Ozcanlı, Gûrbet Yalçinkaya, Osman Agin, Abbas Ercan, Mehmet Onat, Habîb Akinci, Mehmet Yaşar, Mûrat Atagun, Hatîce Makas, Belgîn Dîken û Berna Çelik.”

Piştî Serokê AKP’ê yê Navçeya Pîranê Deryan Akterk 10’ê Cotmehê li navçeya Pîranê bi çalakiyek çekdarî hatibû kuştin, 11’ê Cotmehê bi awayekî hemwesxt polîsên Tirk siyasetmedarên Kurd binçav kiribûn. Di operasyonê de der heqê 55 kesan de biryara binçavkirinê hebû, ji van 34 hatibûn binçavkirin.

Kesekî binçavkirî 10 roj berê, 14 kes jî duh hatibû berdan. Hevserokê Navçeya Şankusê yê DBP’ê Recaî Altay jî dema binçavkiribû jiyana xwe ji dest dabû.