Rêveberê BDP'ê yê Şirnexê Sidik Kulter, li ber avahiya BDP'ê ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin.
Rêveberê BDP'ê yê Şirnexê Sidik Kulter di demjimêr 14.00'an de li ber avahiya BDP'ê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hat zanîn ku, derbarê Kulter de doz hatibû vekirin û ji ber îfade nedaye hate binçavkirin. Kulter birin Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê.