Şaredariya Sûrê ya Amedê bi şareariyê Ramallah a Fîlîstînê û şaredariya Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê re peymana ‘Şaredariyên destbira’ pêk anîbûn. Wezareta Navxweyî ay Tirk lêpirsîn lê vekir.
Wezareta Navxweyî ya Tirk, li peymana ku Şaredariyên Sur, Dihok û Ramallahê pêk anibû lêpirsîn vekir.
Wezaretê di çarçoveya lêpirsînê de mufetîşê milkiyê şand Amedê û îfadeyên 31 endamên şaredariyê kul i bin protokla ‘şaredariyên destbira’ îmzeyên wan hebûn girtin. Her wiha pirsîn bêyî destûra Wezareta Navxweyî bi çi amarcî ev protokol hatiye îmzekirin.