RCS: Li dijî zilma li cenazeyan tê kirin divê her kes rabe ser piyan

Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên li Şirnexê nerazîbûn nîşanî îşkenceya hêzên dewletê li cenazeyan dikin û bang li her kesî kir ku li hemberî van pêkanînên li dijî cenazeyan rabin ser piyan.

Jin, zarok pitik jî di nav de cenazeyên 16 kesên di nava 17 rojan de li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hînê li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin.

Ji ber ku cihê cenaze lê tên ragirtin, bi têrkerî ne cemidî ye, hin ji cenazeyan riziyane. HDP û saziyên civakî yên sivîl xwestin, cenaze li konteynirên cemidî bên bicihkirin ku nerizin, lê rayedarên dewletê nahêlin ev yek were kirin. 

Berdevkê Demî yê KESK'ê yê Şirnexê Serhat Ûgûr bibîr xist ku di her şerî de hurmet ji cenazeyan re tê nîşandan û got, "Di şerê li Çanakkaleyê de jî ji bo rakirina cenazeyan navber ji şer re hat dayîn. Qaşo vana îdîa dikin ku ji çandeke bi vî rengî hatine. Hovîtiya ku niha ew li Kurdistanê dikin, wê bibe sedema qutbûneke mezin."

Serokê ÎHD'ê Şaxê Şirnexê Emîrhan Ûysal diyar kir ku ji ber hejmara cenazeyan kapasîteya morgê derbas kiriye, hin ji cenaze li depoya cemidî ya xwaringehê hatin bicihkirin. Ûysal got, Destûr nayê dayîn ku cenaze bên veguhastin. Li hemberî vê zilma li cenazeyan tê kirin, pêwîste parêzvanên mafên mirovan rabin ser piyan." Hevserokê SES Şaxê Şirnexê Lezgîn Golek da xuyakirin ku ev hovîtî di heman demê de gefeke mezin li tenduristiya gel dixwe.

Nûnerê MEYA-DER Şaxê Şirnexê Mele Xalid Gulgen jî xwest qedexe tavilê were rakirin û got, "Ya tê kirin, ne li însanetiyê, ne jî li Îslamiyetê tê." Gulgen destnîşan kir kue v pêkanîna li hemberî cenazeyan nayê qebûlkirin û bang li her kesî kir ku ji bo dawî li vî gunehî were anîn, rabin ser piyan û nerazîbûnê nîşanî vê hovîtiyê bidin.