Parlamenterên CHP’ê der barê êrîşa nîjadperest a li hemberî kurdên elewî ya bajaroja Surgu ya Meletiyê de raporek amade kir. di raporê ev tespît hatin kirin: “Tiştên li Surgu hatine jiyîn çalakiya sûcê nefretê û qesta cane. Malbata ku rastî êrîşê hat, di heman demê rastî heqeretên ‘Surgu dê ji eleweiyan bibe goristan, Surgu dê kurdan re bibe goristan’ hatine.
Parlamenterên diyar kir ku wan li Surguyê lêkolîn kirine û got ku wan gengeşiya di 18’ê tîrmehê dest pêkir û 30’ê tîrmehê berdewam kiriye, şopandine.
Parlamenterê CHP’ê yê Eskîşehîrê Kazim Kurt, yên Stenbolê Muslim Sari, parlamenterê Dersîmê Huseyîn Aygun û yê Meletiyê Velî Agbaba jî di navde heyet di 30’ê tîrmehê de çûn bajaroka Surgu û li wir lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de raporek amade kirin.
Di raporê de li gorî vegotinên malbata Evlî ev tişt tên gotin: “Komeke ku nêzî 300 kes bûn tekbîr anîn û dirûşmeyên ‘Surgu dê ji bo kurdan bibe goristan berz kirine. Li ber derêî def hatiye lêdan û kevir avêtine. Di vê navberê de cam tê şikenandin û ji aliyê çend leşkeran ve hewl tê dayîn kom bê belav kirin. Li ber malê sirûda îstîklalê tê xwendin. Ev bûyer heta 03.30 şevê didome.”
TESBÎT
Heyetê di encam lêkolînê de di navbera tespîtên ku kiriye ev tişt balê dikişînin
• Tiştên li Surguyê hatine jiyîn çalakiya sûcê nefretê û qestkirina cane
•Pevçûna di navbera kesên defê lê dide Mustafa Evşî û malbata Evlî de di demeke kin de mezin dibe û bûyer vegeriyaye asta civakî.
• Di serê bûyerê de rayedaran bûyer cidî negirtine.
• piştî bûyer derketiye tiştên hatine jiyîn nîşan dide ku faliyetên bi armanc û rêxistin kirî hatiye meşandin.
• bûyer ji aliyê polîsan ve cidî nehatiye girtin. Pêşî li bûyerê nehatiye girtin. Ev jî bûye sedema mezinbûna bûyrê. Nêzî 300 kesî êrîşê malbatê kiriye û tenê 22 leşker li wir bûne.
•Li Doganşehîrê qeymeqam tune. Di zafiyeta ewlehiyê û avabûna valahiya otoriteê de bandoreke girîng hatiye tespîtkirin.
•Piştî êrîşê lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin û malbat ji aliyê hin şêniyên taxê û rayedaran ve hatiye tehcîr kirin.
Heyetê diyar kir ku divê lêpirsîn di warê sûcê nefretê de bê dest girtin û wiha got: “divê ewlehiya mal û canê malbatê bê parastin. divê tedbîr bên girtin. Her wiha divê faîliyên bûyerê bên derxistin û zirara malbatê ji aliyê dewletê ve bê çareser kirin. Divê siyasetmedar gotinên nefretê neafiîne û her wiha divê ji polîtîkayên newekheviyê dur bikevin û li hemberî elewiyan zimanê newekhev bikarneyene.
KÎ JI XWEDÊ HEZ DIKE BILA LÊ BIDE
Şeyho Evlî êrîşa li dijî wan pêk hat wiha vegot: “êvarê cenderme û fermandar hat. Gotin ji viri herin. Gotin dibe ku êrîş li dijî we pêk were lê netirsin. Gotin dê ewlehiyê bigirin. Piştre bû êvar. Kesê def lê dida tekbîr kişand û berbi mala me de hat. Mi xwişkên xwe û zarokên xwe di bi nivînan de veşart. Qelebalix hate ber malê. Digotin ev der dê ji we re bibe goristan. Digotin yên ku ji xweda hez dikin bil ali vana bixe.
Guneş Evlî jî wiha got: “ Di 29’ê tîrmehê de saet 01-30’bû mala me kevir irin. Bi tekbîran êrîş dikirin. Me xwe veşart. Mala me di bin parastinê de bû. digotin kurd dê ji vir biçin. Dê Surgu ji we re bibe goristan. Ji paceyan kevir dihatin hundir.”