QSD’ê li rojhilatê Silûkê dest bi pêngaveke nû kir

QSD’ê pêngava paqijkirina çeteyan a ji rojhilatê bajaroka Silûkê da destpêkirin. Di operasyonan de heta niha 11 kîlometre ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Hêzên Suriya Demokratîk (QSD), piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên dewleta Tirk a li ser Girê Spî, dest bi pêngava paqijkirina çeteyan a ji rojhilatê bajaroka Silûkê kir. Hate diyarkirin ku bi destpêkirina operasyonan re şervanên QSD’ê îro 11 kîlometre herêmên rojhilatê bajaroka Silûkê ji çeteyan paqij kirine. Hat ragihandin ku di operasyonan de 3 çete hatine kuştin, 2 wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî hatiye rûxandin. 

Pêngava QSD’ê berdewam dike û balafirên koalisyonê jî li nuqteyên çeteyan dide.