Ji 23’yê tîrmehê ve şer û pevçûnên li navçeya Şemizînanê berdewam dikin. Heyetek a Mazlûm-Derê çû navçeyê û bi gel û rayedarên fermî re hevdîtin pêk anîn. Mazlûm-Derê piştî serdana xwe raporek amade kir. Qeymeqamê Şemizînanê Mesût Gençturk agahî da heyetê û diyar kir ku di destê wan de tu cenazeyên gerîlayan tune ne û dozger Oktay Akkaya jî diyar kir ku tu agahiyên cenazeyan ji wan re nehatine ragihandin.
Ji 23’yê tîrmehê ve şer û pevçûnên li navçeya Şemizînanê berdewam dikin. Heyetek a Mazlûm-Derê ya ji endama rêveberiya komeleyê Sabîha Unlu û Alîkarê Serokê Mazlûm-Dera Colemêrgê Yaşar Kaplan çûn Şemizînanê û raporek der barê bûyer û pevçûnên li herêmê de amade kirin.
Heyetê bi Şaredarê Şemizînanê Sedat Tore re hevdîtin pêk anî. Tore diyar kir ku li cihê pevçûnan 4 cenazeyên gerîlayan hene, 5 gundik hatine valakirin, ji bo gundikên hatine valakirin maseyên krîzê hatine danîn û ji bo gundiyan alîkariya qûd û zad tê amadekirin.
Tore diyar kir ku pevçûnên berfireh li aliyê din ê Çiyayê Gomanê diqewimin û û got; “Rêya 20 kîlometreyî ya di navbera Şemizînan û Robarokê de hatiye girtin.
Der barê kuştiyên di pevçûnan de çêbûne agahiyek me ya zelal tune ne. Di çapemeniyê de hat ragihandin ku 4 gerîla û 11 endamên tîmên taybet mirine. Li vir tê dîtin ku balefir balefirên şer bombeyên napalm û kazan tên karanîn. Ji roja ku pevçûn li herêmê dest pê kirine heta niha tu dengên çekan li navenda Şemizînan nehatiye bihîstin. Tenê ji vir topan diavêjin wê herêmê. Pevçûn li vê devera berfireh a ku pişt van çiyayan diqewimin. Ew der 20 km ye. Pevçûnên li wir rû didin. Li gorî agahiyên me wergirtine, PKK’ê li wir çeperên xwe danîne û li hemberî hev şer dikin. Yekîneyên leşkeran dixwazin bikevin herêmê. Ev sê roj in dixwazin biçin serê zozanên Sertebê. Kobrayan bombebaran kir û skorsky hewl da ku leşkeran daxe herêmê. Lê belê leşker dîsa paş de vekişiyan. Jixwe li wê derê du çawişên pispor jiyana xwe ji dest dan. Weke ku min got pevçûn aha li piştî vî çiyayê Gomanê diqewimin. Duh ji cihek pir nêzîk gule li tabûrê reşandin. 500 metre navber hebû. Tankan jî herêmê topbaran kirin. Jixwe em niha jî dumanê dibînin. Pevçûn niha jî bi awayê êrîşên hewayî didomin. Niha rewş wiha ye. Qedexeya li ser ketin û derketina herêmê berdewam dike.
Di nava gel de tirs û xofek heye. Ji roja pevçûn dest pê kir û heta îro mirov nikarin ji malên xwe derbikevin. Dikanên wan girtî ne, lê duh piştî fitarê dikanên xwe vekirin, dikarin li sûkê bigerin. Ji serdegirtina di 11’ê îlona borî çêbû û vir ve di nava gel de xof û tirsek heye.”
QEYMEQAM: TU CENAZE NEGIHIŞTINE BER DESTÊ ME
Heyet di raporê de cih dide daxuyaniyên Qeymeqamê navçeya Şemizînan Mesût Gençturk jî. Qeymeqam ev agahî did:
“Roja duşema borî, PKK’yiyan li ser rêya Şemizînan-Robarokê rê rê birîn û nasname kontrol kirin. Roja din saet 3 an jî çar, pevçûn çêbûn. Di 28-29’ê tîrmeha 2012’ê jî pevçûn pir dijwar bûn. Pevçûn heta îro jî berdewam dikin. Sedema dirêjbûna pevçûnan ew e ku pevçûn li herêmeke berfireh diqewimin. Tu wendahiyên can û mal ên welatiyên me tune ne. Tengasiyek tune ye weke hûn dibînin her kes li sûkê ye.
Heta niha tu cenaze neşandine Meletiyê. Di destê me de tu cenazeyên PKK’yiyan tune ne. Ji ber ku pevçûn hîna jî berdewam dikin, tu xebatên lêgerînê tune ne. Ger lêgerîn û lêkolînek pêk hat, mirov dikare wê demê der barê wendahiyan de agahî bide. Bûyer li derdora vê çiyayê Gomanê yê ku hûn dibînin diqewimin. Li gorî dîmenên balefirên bê mirov ên keşfê, 17 cenazeyên PKK’yiyan hatine dîtin. Di pevçûnan de 2 çawişên pispor şehîd bûne û 11 jî birîndar bûn. Leşkerên me hewl didin ber bi Robarokê ve biçin, lê di her carekê de li rastî êrîşan tên. Em hêvîdar in ku xebatên paqijkirina mayînan îro bi dawî bibe. Ji ber hinceta ewlekariyê ketin û derketina herêmê qedexe ye. Li navrezan têlên ceyranê qut bûne, ji ber wê jî ev du roj in ceyrana Robarokê tune ye.”
Li herêma Gomanê pevçûn didomin û her wiha gundiyên gundê Yîgîtler ji bo şûn de vegerin gundê xwe, rastî gulebarandina PKK’iyan ya ku 200 metre ji gund dûr bû hatin û ji ber vê şûn de vegeriyan. Gundiyan encex dikarîbûn zarokên xwe bigirin. Gundî li gundên derdorê û navenda Şemzînanê ligel xizmênxwe bi cih bûn. Nêzî 150 kesî gund terk kir. Zirara welatiyên me di çarçoveya têkoşîna bi terorê re zirara wan dê ji holê bê kirin. gundî ji bo vegerin gundê xwe serî l ime didin. Lê ji ber ewlehiyê em naşînin. Em ji wan re dibêjin ku bila hinek din jî bi sebir bin. Dema operasyon bidede dikarin vegerin. Em dikarin li ser daxwazên gundiyên xw eli mala mamosteyan û otelan bikin mîvan. Ji îro şûnde em serî malbatê 1.000 Tl dê bidin. Opersyon dê di rojan de bi dawî bibe. Piştre jî dê welatiyên me rehet bijîn.
Di raporê de di hevdîtina ku Serdozgerê Komarê Oktay Akkayare hatiye kirin de, tê destnîşankirin ku di destê dozger de cenaze tune û tu cenaze neçûye saziya tiba Edlî ya Meletiyê. Dozger diyar kiriye ku hinek malbatan serî li wan dane lê tu cenaze negihiştine ber destê wan û got operasyon hêj didomin.
Di raporê de îfadeyên gundiyên bi navê Saît Çîftçî (57), Kadriye Çîftçî (50), Ferîk Yaşar (45) û Halît Kaplan (50) cih digire û çavderî û nirxandina heyetê jî wiha cih digire:
1- Dema em gihiştin Şemzînanê ji Gomanê duman radibû. Helîkopter ji herêmê rabûn ji hreêma Robarokê ji bo cihê bûyerê sewqiyata leşkerî didome. li navena Şemzînanê bûyereke asayî tune û welaiyên navendî jiyana xwe asayî dimeşîne,
2- Derbasbûyînên cihê bûyerê didome û pevçûn ji ber ewlehiya can hatiye astengkirin,
3- Agahiya gelê herêmê, amîrên îdarî û mulkî ên der barê tiştên diqewimin de tune,
4- Di 23’ê tîrmehê de li çoltera gundê Nehrî û Qelaşk, çiyanên Goman û Efkar pevçûn hêjî didomin,
5- Li çoltera Şemzînanê ku pevçûnan 10 rojan berdewam kir, li navena Şemzînanê tevgerek tune bû jiyana bi awayekî rûtîn didome,
6- Ji ber çû qada pevçÛnê nêzî naveda navçeyê ye, topbaran û bombebaran bi rehetî ji navçeyê ve tê dîtin, duman û şewata ku derdikeve jî bi rehetî tê dîtin û ji ber vê gundî gundan vala dikin,
7- Der barê kesên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane ji çavkaniyên cuda agahî tê girtin. Hin çavkanî destnîşan dikin ku du pisporê çawî û 39 PKK’iyan jiyan xwe ji dest dane. Her wiha tê gotin 13 leşker birîndar bûne. Hin çavkaniyê din jî dibêjin 4 PKK’yî mirine û 49 leşker hatine kuştin. Hate destnîşankirin ku ji ber li herêma lêgerîn nehatiye kirin agahiyên tên girtin spekulatîfin û agahiyên rast nehatine bidestxistin.
8- Gundika Yigitler û gundikê Çem ji ber ewlehiyê gund derketin û hate dîtin ku ji gundên din jî welatî koçber dibin. Li gorî hin çavkaniyan tê îdiakirin gund bi zorê tên valakirin lê ev îdia ne rastin û gundî bi însiyatîfa xwe dûr dikevin.
9-Hate hînbûn ku gundiyên koçber dibin tu tiştekî nagirin cem xwe û hemû malê xwe sewalên xwe li gund hiştine û hate gotin ku gundiyan ji mal û sewalên xwê hêviya xwe birîne.
10- Ji bo gundiyên koç kirine tu stargeh nehatiye tesîskirin û gundiya bi derfetên xwe li navendê bi cih bûne û hinek jî ligel xizmên xwe mane
11- Heta niha ji bo malbatên koçber bûne tu alîkarî nehatiye kirine,
12- Hate zanîn ku psîkojiya zarokên gund û navenda navçeyê jî xera bûye û hewcedariya wan bi piştgiriya psîkolojîk heye,
13- Li herêmê ku hêj pevçûn didomin hêj faliyetên lêgerînê dest pê nekirine û der barê tesbîta xesar, wendahiya can û mal nehatiye kirin,
14- Ji ber pevçûnan li herêmê daristan dişewitin û ev yek dibe sedema texrîbkirina jiyana ekolojîk,
15- Dema mirov pevçûnên demê tînin ber çavan mirov pevçûneke wisa dirêj cara yekemîn dibînin
Di beşa encama raporê de tê gotin ku gundî dixwazin pevçûn bila dawî be û pirsgirêka kurd jî bi riyên aştiyane çarser bibe û wiha tê gotin: “Li gorî çavdêrî û nêrînan tê dîtin ku gelê herê dixwaze pevçûn bi dawî bin. Her wiha qada hawira şer bandoreke mezin li ser jiyana gel dike û ligel vê çekên ku tên bikaranîn jî xwezayê tune dike, hevsengiya ekolojiyê xera dike. gundiyên ku tenê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin ji ber pevçûnan bandoreke neyînî liser wan çêdibe. Pirsgirêka kurd ya ku bi salan e li vî welatî tê pêşberî me divê demildest bi riyên aştiyane bê çareserkirin.”