Hevserokê Genel-Îş'ê yê Êlihê piştî tayînkirina qeyûm tiştên ku hatin kirin vegot. Erol diyar kir, ti projeyên nû nînin, projeyên tên kirin jî yên wan ên berê ne û got, "Qetrana ku bi pere nedidan şaredariyên DBP'î piştî qeyûm bêpere tê dayîn."
Piştî ku Şevket Aksoy wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin nêzî 2 meh û nîv derbas bû. Aksoy ê ku projeyên berê ji ber ku pere tinebû pêk nehatin, pêk tîne, heta niha projeyekî nû pêşkêş nekiriye.
Aksoy ê ku saziyên ku bi girtina xizmeta jin û çandê dike dest bi kar kir li şaredariyê li ser karkeran jî pêkûtiya psêkolojîk pêk tîne.
Mufetîşên ku 12 mehên salê Şaredariya Êlihê kontrol dikirin, piştî ku qeyûm hat tayînkirin êdî nayên şaredariyê.
Hevserokê Genel-Îş'ê yê Êlihê Narîl Erol ê ku 17 sal in li Şaredariya Êlihê dixebite piştî teyînkirina qeyûm, pêkanînên ku tên kirin ji ANF'ê re nirxand.
'LÎSTIKA ŞANO YE'
Erol diyar kir ku piştî ku hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê ji kar hatin durxistin û qeyûm hat tayînkirin, li bajar "dîkekî şanoyê" hate danîn û wiha berdewam kir: "Xebatên ku bixapînin dest pê kir. Xebatên ku ji bo gel bixapînin dest pê kir. Projeyekî cuda û kedek tuneye. Berovajî vê projeyên ku berê hatibûn çêkirin pêk tînin. Walîtî bi hemû saziyên xwe ve wekî xwe bi şaredariyê ve girêdane. Îdareya Taybet a Bajar û Midûriyeta Riyên Bejahiyê, bi wesayîtên xwe ve hemû derfetên xwe seferber kirine. Wekî ku dixwazin nîşan bidin ên berî xizmetî bajar nekirine. Lê gel di farqa vî şanoyê de ye."
'XEBATÊN CIVAKÎ JI HOLÊ RAKIRIN'
Erol destnîşan kir ku qeyûm ewil xebatên civakî ji holê rakiriye û wiha axivî: "Atolyeyên ku jinan ava kirin, bi girtina şanoyan ve dest bi kar kirin. Midûriyeta Jinê jî hat feshkirin. Çima ev der kirin hedef tê zanîn. Karkerên şaredariyê jî, gel jî van polîtîkayan baş dizanin. Berê rêveberiya ku tenê bi dahata ku ji Bankeya Bajaran dihat hebû, niha jî rêveberiya ku bi piştevaniya bi sê bajarên mezin ve xizmetê dide heye. Hemû saziyên dewletê seferber kirine. Berê ji wan saziyan bi pere qetran dihat xwestin nedidan lê niha vê bêpere didin. Çapemeniya bajar kirinê û bi vî rengî dixwazin gel bixapînin lê gelê me vê baş dizane. Dixwazin peyema ku yên we deng dane tiştek nekirin me di demeke kurt de kiriye bidin. Di sohbetên ku em bi gel û karkeran re dikin de binînin ku ev polîtîka bi ser nakeve. Ji ber ku êdî hemû kes polîtîk bûne. Çi, çi ye baş tê xwendin."
'KARKERAN BI AVÊTINA KAR TEHDÎD DIKIN'
Erol anî ziman ku karkerên ku li Şaredariya Êlihê dixebitin di bin pêkûtiyên psîkolojîk ên cidî de ne û ev agahî da: "Tehdîd zêde ye. Dibêjin an hûn ê karê xwe bikin an jî biçin. Bi betaliyê gelek caran tên tehdîdkirin. Dahata karkerekî jixwe diyar e, malbata ku xwedî dike ya qerebalix heye. Ji ber ku vê yekê dizanin, vî li dijî karkeran bi kar tînin. Dema ku qayûm hat ji bo kar serlêdan hatibûn girtin. Em wekî sendîka li dijî vê yekê derketin û ev amadekariya çi ye, em bi fikar bûn. Ev xebata tedîdê bû. Dema îhaleyan nêzîk bûye, îhaleyên ku di dawiya salê de temam dibin hene. Em bi fikar ku qeyûmê Şaredariya êlihê rasterast ji kar derxîne yan jî bi riya şîrketa muhatîk karkeran ji kar derxîne. Şirket dikare vê bike, dikarin karkerên niha derxînin û karkerên cuda bigirin. Lê roja ewil heta niha em dibêjin ji kar dexsitina yek karkerê jî sedema têkoşînê ye. Em ê vî qebûl nekin. Em bi riyên edmokratîk hem jî bi riyên hiqûqî li dijî vê yekê derkevin. Em ê jî helwestê qebûl nekin."
'ÊDÎ MUFETÎŞ NAYÊN'
Erol da zanîn ku ew 17 sal in li Şaredariya Êlihê dixebite û di nava vî demê de mufetîf qet ji şaredariyê kêm nebûne. Erol nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: "Her tim ji bo mufetîşan odeyek hatibû veqetandin. Mûfetîşên têkîldarî xebatên aboriyê û îdarî her tim kontrol kirine. Dikarin raporên heta niha hatine amadekirin binêrin. Nikarin bêusulî û nehiqeyekî bibînin. Dema ku mufetîş diçûn ji ber rewşa ku tespît kirine spasiyên xwe li me dikirin. Ji ber ku mufetîşan tiştek tespît nekikir qeyûm tayîn kirin. Çereyekî wan ê din nema. Dibêjin pereyê gel ji bo gel tê bikaranîn, jixwe rewş wisa bû. Deynê şaredariyê yên bi salan kêm kiribû, ji bo gel xizmetekî baş dihat kirin, ev yek kirin. Ev bêexleqî ye. Bİ van polîtîkayan ve tenê dikarin xwe bixapînin. Gelê Êlihê û kedkaran nikarin bi van bixapînin."