Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di pêşengiya rêxistinên DBP’ê û HDP’ê de bi armanca şermezarkirina 4. salvegera qetlîama Roboskî daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniya li pêşiya avahiya navçeya Nisêbînê ya Rêxistina DBP’ê de Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, rêveberên DBP’ê û HDP’ê, nûnerên saziyên civaka sivîl, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn.
Li ser navê girseyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Nisêbînê Ferhat Kut daxuyanî da, bi bîr xist ku tevî 4 sal di ser qetlîamê re derbas bû jî ti lêpirsîn nehatine kirin. Kut destnîşan kir ku di welatekî wiha jiyana mirovan bê nirx bûye de axaftinên têkîldarî aştî, yekîtî û hevrebûyînê zêde zêde zehmet bûye.
Kut diyar kir ku heta ji failên Roboskî hesap neyên pirsîn wê nikaribin pêşî li sûîqest û qetlîamên nû bê girtin, anî ziman ku Roboskî ji bîr nekirine û wê ti carî jî ji bîr nekin.