Qetilkirina Elçî li Rotterdamê hat protestokirin

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li ber Zanîngeha Îslamê ya li bajarê Hollanda Rotterdamê hat protestokirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li ber Zanîngeha Îslamê ya li bajarê Hollanda Rotterdamê hat protestokirin. Çalakgeran dowîzên bi nivîsên protestokirina Tweeta Rektorê Zanîngehê Ahmet Akgunduz ên li dijî Elçî nivîsandî, hilgirtin û xwestin Akgunduz ji wezîfeyê bê girtin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hollandayê ji ber gotinên nefretê yên Akgunduz li hemberî Tahîr Elçî bi kar anî gilî kir. Her wiha giliyên ji aliyê şexsan ve jî tên kirin, dewam dikin.

Wezîra Perwerdeyê ya Hollandayê Jet Bûssemaker der barê Akgunduz de dabû xuyakirin, ku ew hêvîdar e ji ber van gotinên xwe yên nefretê, wê li hemberî wî gilî bê kirin. Lê belê tê gotin ku Wezîra Perwerdeyê Bûssemaker ji bo derxistina qanûna di vî warî de ji berpirsyariye direve.

Di dema çalakiyê de belavoka ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hollandayê ve hatibû amadekirin hat xwendin û sûîqesta li dijî Elçî bi tundî hat şermezarkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku Akgunduz geleke mezin e li hemberî demokrasiya Hollandayê.

...