Qereqolê tax gulebaran kir

Qereqolê tax gulebaran kir

Welatiyên taxa Goma Sêdeqne ya Bajaroka Sêdeqnê diyar kirin ku, leşkerên qereqola Bablazê 5 guleyên hawanê avêtine taxa wan û guleyek hawanê teqiya ye guleyên din jî neteqiya ne.

Welatiyên Bajaroka Sêdeqnê ya navçeya Farqînê diyar kirin ku, şevê din leşkerên qereqola Bablazê(Sêdeqnê) guleyên hawanê avêtin taxa wan. Li taxa Gomê Sêdeqnê ya 400 kesî ya Bajaro Sêdeqnê ku 3-4 kîlometre dûrî bendava Farqînê ye guleyên hawanê hatin avêtin. Welatiyên taxê diyar kirin ku, ji Qereqola Bablazê 5 guleyên hawanê hatin avêtin û guleyek li nava taxê teqiya û guleyên din jî neteqiyan. Welatiyan diya kirin ku li aliyê din cerdevanan li ser rê teqemenî jî bicih kirine. Welatiyan anîn ziman ku 5 gule, li nêzî 10-15 metroyan nokteyên cuda ketine û tirsek mezin ava kirine.

GULEYÊ BALAFIRŞIKÊNÊ NE

Welatiyên gund diyar kirin ku, leşkerên qereqolê berê jî guleyên hawanê avêtibûn û niha zarokên wan di bin talûyeke mezin de dijîn. Welatiyan anîn ziman ku, rayedarên bendavê berê jî çêleka Nusret Sansarkan kuşt û niha jî qereqol heremê dide ber gule û bombeyan. Welatiyê bi navê Alî Korkutan anî ziman ku, leşeran perçeyekî nenas aniye herema teqînê pişt re li wir guleya balafirşikênê dîtine.

'BILA DEWLET VÊ ZILMÊ LI ME NEKE'

Karkerên bendavê jî anîn ziman ku, piştî bûyerê rê li trafîkê hatiye girtin û rê di bin kontrola leşkeran deye. Welatiyan diyar kirin ku, ji her derê guleyên tanq û topan davên gundê wan û êdî jiyana wan di talûkeyê deye.

Welatiyan anin ziman ku, guleya 15-20 metre li nêzî mala wan ket ew xistin nava tirsek mezin û ewlehiya wan tune.