Qedexeya derketina derve çû ber destê DMME

Alîkara Hevserokên HDP'ê Beştaş, ji ber ku daxwaza wan a rakirina qedexeya derketina derve ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Alîkara Hevserokên HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, ji ber ku daxwaza wan a rakirina qedexeya derketina derve ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Beştaş bibîr xist ku ji 16'ê Tebaxê û vir ve qedexeya derketina derve li bajarên Kurdan di meriyetê de ye û diyar kir ku heta 21'ê Kanûnê li 7 bajar û 18 navçeyan ku 1 mîlyon 299 hezar kes lê dijîn, 54 caran derketina derve hatiye qedexekirin.

Beştaş da xuyakirin ku di navbera 16'ê Tebaxê-21'ê Kanûnê de 122 sivîlan ji ber qedexeya derketina derve jiyana xwe ji dest dane û destûr ji veşartina cenazeyan re jî nehatiye dayîn.

Beştaş da zanîn ku ev qedexe, hemû mafên bingehîn bi awayekî topyekûn ji holê radike û destnîşan kir ku 'mafê jiyanê', 'qedexeya îşkence, pêkanîna li dijî mirovahiyê û pêkanîna şikandina rûmeta mirovan', 'mafê azadî û ewlekariyê', 'mafê serlêdanê yê bi bandor' ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin.