Polîtîkayên qirker ên AKP’ê li ser maseya Neteweyên Yekbûyî ne
HDP’ê polîtîkayên qirker ên AKP’ê yên li dijî Kurdistanê bir NY.
HDP’ê polîtîkayên qirker ên AKP’ê yên li dijî Kurdistanê bir NY.
HDP’e bûyerên li Kurdistanê ji sazî û dezgehên navneteweyî re radigihîne. Polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk li hember navçeyên xwerêveberiyê, HDP’ê bir Navenda Neteweyên Yekbûyî (NY). Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur û Meral Daniş Beştaş, li Navenda NY a li Cenevreyê bi nûnerên Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY re hevdîtin pêk anîn, bal kişandin ser polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.
QETLÎAM Û BINPÊKIRINA MAFÊN GIRAN JI RAYEDARÊN NY RE HATIN RAGIHANDIN
Di hevdîtinê de Gur û Daniş bal kişandin ku Tirkiye li Bakurê Kurdistanê hiqûqa şer a navneteweyî binpê dike, daxwaz kirin ku li gor Hiqûqa Şer a Cenevre bikevin nav tevgerê.
Beştaş û Gur ji ANF’ê re nirxandin kirin, têkîldarî naveroka hevdîtina bi rayedarên NY re agahî parve kirin.
Gur got, asta binpêkirina mafên mirovan a li Kurdistanê bi rayedarên NY re parve kirine.
“BÛYERAN JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN”
“Rayedarên me hevdîtin bi wan re kirin gotin bûyerên li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û ji me re gotin ku serlêdanên têkîldarî mijarê pir girîng in. Rayedaran diyar kirin ku bi temamî bi dezgehên mafên mirovan re di nav têkîliyan de ne û bûyeran dişopînin.”
‘HIQÛQA CENEVREYÊ BINPÊ DIKIN’
Beştaş destnîşan kir ku li Kurdistanê hiqûqa şer tê binpêkirin, wiha domand: “Me bi awayekî yekser ji rayedaran re gotin ku îro li Kurdistanê, Hiqûqa Şer a Cenevre ku Tirkiye jî endamê wê ye tê binpêkirin.”