Polîsên Tirk zarokê 7 salî giran birîndar kirin

Li navçeya Sûr a Amedê ku qedexeya derketina derve heye zarokê 7 salî yê bi navê E.G. bi guleya polîsan ji zikê xwe giran birîndar bû.

Li navçeya Sûr a Amedê ku qedexeya derketina derve heye zarokê 7 salî yê bi navê E.G. bi guleya polîsan ji zikê xwe giran birîndar bû. Li derdora Birca Bizinê jî polîs ji wesayitên zirxî çekên xwe dan ser parlamanter û rojnamevanan û gule reşandin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî ku "qedexeya derketina derve" hate îlan kirin polîs û tîmên taybet êrîşên xwe zêdetir kirin. Zarokek 7 salî yê bi navê E.G. bi guleya polîsan ji zikê xwe giran birîndar bû. E.G. rakirin nexwexşaneya Fakulteya Tip a Zanîngeha Dîcleyê û hate zanîn ku tedawiya wî berdewam dike.

Her wiha Komeleya Welatiyên Azad ya li Taxa Hasirliyê jî ji aliyê polîsan ve hate gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de li komelê şewat derket. Şewat ji aliye komên agirkuj ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi zorê hate vemirandin.

POLÎSAN MIZGEFT GULEBARAN KIRIN

Mizgefta Kurşunla ya Taxa Fatîhpaşayê jî bû hedefa polîsên tîmên taybet. Mizgeft bi çekên giran hate gulebaran kirin û hate zanîn di gulebaranê de wendahiya can tune ye.

CIHÊN DÎROKÎ HATIN VALAKIRIN

Her wiha li navçeya Sûrê Caddeya Gaziyê ku li ser gelek xan û cihên dîrokî hene ji aliyê polîsan ve hate vala kirin. Bi dehan dikkanên li ser caddeyê bi zexta polîsan bi zorê hate vala kirin Piştî ku cadde hate girtin, polîs bi wesayitên zirxî kete nava taxan û malan gulebaran kir.

Li taxên Hasirli, Lalebey û Fatîhpaşayê polîs ji wesayitên zirxî bi anonsên "Bikevin malên xwe an na emê gulebaran bikin" gefa li welatiyan xwarin. Lê şêniyên taşê li gel gefên polîsan jî sikanan terk nake û li ber derên malên xwe çalakiya deng derxistinê dikin.

POLÎSAN GULE LI  PARLAMENTER Û ROJNAMEVANAN REŞANDIN

Tehdît û mudaxaleyên li ser parlamenterên HDP'ê û rojnamevanan jî berdewam dike. Li derdora Birca Bizinê polîs ji wesayitên zirxî çekên xwe dan ser parlamanter û rojnamevanan û gule reşandin.

POLÎSAN NEXWEŞXANE DORPÊÇ KIRIN

Dîsa, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ku welatiyên di êrîşên polîsan de birîndar bûne li wir in, ji aliyê polîsan ve hate dorpêç kirin. Polîs nahêlin ku nexweş bikevin nexweşxanê.