Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser navenda çandê

Polîsên Tirk avêtin ser Navenda Çandê ya Nû ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Di dema serdegirtinê de polîsan amûrên muzîkê yên şagirtan şikandin.

Polîsên Tirk bêyî ku hincetekê nîşan bidin avêtin ser Navenda Çandê ya Nû ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Di dema serdegirtinê de polîsan amûrên muzîkê yên şagirtan şikandin. Polîsên Tirk deriyên navendê şikandin û li hemû odeyan lêgerîn kirin.

Di encama vê lêgerînê de polîsan tiştek nedîtin. Lê belê erbane, dahol û wêne jî di nav de gelek amûrên şagirtan şikandin û parçe kirin. Polîsên Tirk piştî lêgerîna bi saetan, ku tiştek nedîtin, dest danîn ser pirtûk û wêneyên şagirtan û ji navendê derketin.

Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dan xuyakirin, ku ew ê ji ber vê serdegirtina bêhiqûqî û zerara li navendê hatiye kirin, giliyê polîsên Tirk bikin.