Polîsên li Taxa Barbaros a Silopiyayê êrîşên xwe zêde kirin vê carê jî dayika 6 zarokan Hîkmet Akin (29) birîndar kirin. Polîs û leşkerên dest bi serdegirtinên malan jî kirine 7 kes binçav kirin.
Li Silopiyayê ku terora dewleta Tirk di roja 21. de didome, hêzên dewletê li ser Taxa Barbarosê ji tank û wesayîtên zirxî êrîşên xwe zêde kirin, bi zora çekan ve hewl didin gel ji malên wan bidin koçberkirin. Li taxa ku bê navber ji tankan topbaran didome de, gulebarana ji wesayîtên zirxî didome. Cenazeyê Yûsûf Yagci yê ku îro dema ji mala xwe ya li Taxa Barbarosê bi ala spî derket û bi gulebarana hêzên dewletê hat qetilkirin, hê jî ji cihê hatiye qetilkirin nikare bê rakirin. Hate ragihandin ku jina di encama guleya bombeavêjê ya danê nîvro polîsan li serê wê xistin de jiyana xwe ji dest da û navê nehate zelalkirin, rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Her wiha li dayika 6 zarokan Hikmet Aydin (29) dema ji bo avê veke derket ser banê mala xwe ya li Taxa Şehîd Harûn, di encama gulebarana tîmên taybet ji milê xwe birîndar bû. Kesên ji bo pêdiviyên xwe diçin dikanan jî rastî gulebarana polîsan tên û di ser de wiha tên tehdîdkirin: “Hûn ê neçin dikanê. Heta hûn bimirin hûn ê di mal de bin. Ji we re nan tineye. Av jî tineye.”
Ji bilî êrîşên çekdarî yên hêzên dewletê, operasyonên binçavkirinê jî dewam kir. Leşker û polîsên bi ser hin malên li Taxa Cûmhûriyet û Bajarokê Başverîmlî girtin welatiyên bi navê Hamza Arzûman, Haci Okten, Kerem Ayaz, Mahmût Ûmac, Bayram Kalcanî, Îslam Yavûz û Nezîr Eren ê ku xebatkarê Şaredariya Silopiyayê ye binçav kirin. Têkîldarî cihê ku kesên hatine binçavkirin birinê de ti agahî nehate dayîn.