Polîsên Tirk li Qoserê jinek qetil kirin
Di êrîşa polîsên Tirk a li hemberî taxên Mezopotamya û Berçemê yên Qoserê de, jinekê jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşa polîsên Tirk a li hemberî taxên Mezopotamya û Berçemê yên Qoserê de, jinekê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, ji bo şermezarkirina êrîşên li Kurdistanê, bi pêşengiya DBP'ê ber bi Qada Azadiyê ve meşek hatibû lidarxistin, lê belê polîsên Tirk êrîş kiribûn.
Li ser bersivdayîna ciwanan, êrîşên çekdarên dewletê li taxên Mezopotamya û Berçemê dewam kiribûn.
Li taxa Berçemê, ji ber êrîşa polîsên Tirk, jinekê jiyana xwe ji dest da.