Polîsên Tirk li Nisêbînê ciwanek qetil kirin

Li Taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbînê polîsan li nava taxê gule reşandin û ciwanê bi navê Lokman Sure qetil kirin.

Li Taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbînê polîsan li nava taxê gule reşandin û ciwanê bi navê Lokman Sure qetil kirin.

Polîs, bi kepçe, maşineyên zirxî ketin kolana Yavuz Selîm a Taxa Yenişehirê ya Nisêbînê û xwestin xendekan bigirin. Dema polîsan xendeq digirtin, li kolan û kuçeyan gule reşandin. Di êrîşa polîsan de ciwanê bi navê Lokman Sure ku derket kolanê rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Welatiyên ku derketin kolanê û xwestin polîsan şermezar bikin jî ji ber êrîşa polîsan dîsa neçar man ku xwe paşve bikişînin. Sure ku bi giranî birîndar bû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Dema Sure birin nexweşxaneyê polîsan pehîn li Sure xistin. Sure ku birin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.