Polîsên Tirk êrîşê şahiya BDP’ê ya ji bo Rojava kir

Polîsên Tirk êrîşê şahiya BDP’ê ya ji bo Rojava kir

Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê bi boneya destkeftiyên Kurdên Rojavayê Rojava silav bike şahiyek pêk anî. Dema Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axaftin dikir, polisan bi bombeyên gazê êrîşê girseyê kir û pevçûn derket.

Şevê din Rêxistina BDP'ê ya Wêranşara Rihayê, bi boneya destkeftiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê silav bike li Navenda Çand û Hunerê ya MED'ê şahiyek pêk anî. Di şahiya ku bi hezaran kes beşdar bûn, dema Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diaxivî, komek ciwan derketin pêş û dirûşimên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan. Bi derketina komê re polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir û pevçûn rû da. Pevçûna di navbera girsê û polîsan de li nava kolanan belav bû.

LI ENDEYEÊ 2 POLÎS BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Yuregira Edeneyê jî koma ku konê şînê ya ji bo Mazlum Akayê 11 salî ku bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da ziyart kir, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Polisên ku li konê şînê mudaxeleyê komê kir, di navbera polîs û ciwanan de pevçûn rû dan. Di pevçûnê de 2 polis birîndar bûn. Polîsan pişt re 2 kes binçav kirin. Bûyer piştî demekê di nava kolanan de belav bûn.