Polîsên Tirk êrîşî pîrozbahiya Newrozê ya li Mûşê kirin

Li navçeya Mûş Milazgirê, polîsên Tirk êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin.

Li navçeya Mûş Milazgirê, polîsên Tirk êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û heyeta pê re jî di nav de, girseya gel danê sibehê li ber avahiya DBP'ê ya Navçeya Milazgirê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî girseya gel kirin.

Êrîşa polîsan di dema pîrozbahiyê de hat kirin. Di encamê de Hevşaredarê Bajarokê Dignûgê Bulet Ateş, Şêwirmendê Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Hanîfî Çapin û Necatî Yuksek hatin binçavkirin.