Polîsên Tirk êrîşî Newroza Rihayê kirin
Li Rihayê tevî qedexeyê jî gel ber bi qada Newrozê ve meşiya. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir.
Li Rihayê tevî qedexeyê jî gel ber bi qada Newrozê ve meşiya. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir.
Li Rihayê tevî qedexeyê jî gel ber bi qada Newrozê ve meşiya. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Li ser vê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr li hemberî astengiyên pîrozbahiyê bertek nîşan da û got, ji bo gelê Kurd ji bilî berxwedanê ti rê nemaye.
Li Rihayê li ser biryara qedexeyê ya walîtiyê, girseya ku li qada Newrozê ya li Taxa Paşabagiyê kom bû rastî êrîşên polîsan hat. Polîsan ji danê sibehê ve bi wesayîtên zirxî qad dorpêç kirin, li gel vê hemwelatî li ber bazara şîreyê ya bi qada Newrozê ve ye, kom bûn. Girseya ku her diçû zêde dibû, rastî êrîşên polîsan ên bi bombeyên gazê hatin.
Derbarê van astengiyan de parlamenterên HDP'î Selma Irmak, Altan Tan, Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan bi berpirsiyarên midûriyeta polîsan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan ti encam nedan, Baydemîr bertek nîşan da û got, ji bo gelê Kurd ji bilî berxwedanê ti rê nemaye.
Piştî axaftina Baydemîr, hemwelatiyan derdora qadê vala kirin.