Polîsên Tirk êrîşî girseya gel a dimeşiya Sûrê kirin-HAT NÛKIRIN
Bi sedan Amediyan xwestin ji ber AZC Plaza bimeşin Sûrê. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Parlamentera HDP'ê Yîgîtalp got, "Hûn çi dikin bikin, ev gel wê xwedî li zarokên xwe û berxwedanê derkeve."
ANF
AMED
çarşem, 9 berfanbarê 2015, 12:39
Bi sedan kes, bi pêşengiya DBP û HDP'ê ji ber AZC Plaza civiyan û ji bo şikandina dorpêşî û sekinandina komkujiya tê kirin, ber bi navçeya Sûrê ya 8 roj in derketina derve lê qedexe ye, meşiyan. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp jî di nav de girseya gel rastî astengiya hêzên dewleta Tirk hat. Tevî dorpêçiya tîmên taybet a bi maşînên zirxî, girseya gel dest bi meşê kir. Lê belê polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrîş kirin û careke din dor li girseyê girtin.
Yîgîtalp ji polîsan re got, "Em ji bo sekinandina mirinan dimeşin, ev meş berpirsyariyeke demokratîk û wijdanî ye, ti qanûn ji jiyana mirovan hêjatir nîne." Polîsan jî jê re got, "Ji bo me qanûn di ser her tiştî re ye."
'HÛN ÇI DIKIN BIKIN, EM Ê XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN'
Piştî destwerdanê, li ber AZC Plaza Yîgîtalp ji girseya gel re axivî û got, "Nêzî 4 meh in şerekî antî-demokratîk tê meşandin. Ji ber vî şerî bi sedan kes birîndar bûn, bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hemam, mizgeft û minareyên dîrokî zerar dîtin. Bi tenê sedemeke van êrîşan heye; daxwaza gel a rêvebirina xwe bi xwe ye. Li hemberî van hemû êrîşan em dibêjin; hûn çi dikin bikin ev gel wê xwedî li zarokên xwe, xwedî li berxwedana xwe derkeve."
Girseya gel piştî daxuyaniyê û çalakiya rûniştinê belav bû.