Polîsên nexweşxane veguherandin biryargehê, xizmên nexweşan binçav dikin

Li nexweşxaneya ku ji aliyê tîmên taybet ên Tirk veguheriye biryargehê, xizmên nexweşan jî tên binçavkirin.

Li nexweşxaneya ku ji aliyê tîmên taybet ên Tirk veguheriye biryargehê, xizmên nexweşan jî tên binçavkirin. Îsmaîl Bîlgîç (19) ê ku bi derfetên xwe ve biyarê xwe Muhammed Bîlgîç (7) bir nexweşxaneyê, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 

Polîtîkayên îmha û şer ên topyekun li navçeya Silopiya ya Şirnexê didome, artêşa Tirk Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê kiriye biryargeh. Polîs êdî xizmên nexweşan ên ku nexweşên xwe tînin nexweşxaneyê jî binçav dikin. 

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, Îsmaîl Bîlgîç (19) ê ku bi derfetên xwe ve biyarê xwe Muhammed Bîlgîç (7) ê naxweşê epîlepsiyê ye, bir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Xizmên Bilgîç ragihandin ku Muhamedê biçûk ji bo guhertina xwînê çûye nexweşxaneyê, niha jî ne ji Muhammed Bîlgîç ne jî ji birayê wî Îsmaîl Bîlgîç nikarin ti agahiyê bigirin.