Polîsan zarokê 5 salî bi giranî birîndar kirin
Polîsan bi wesayîtên zirxî li navçeya Cizîrê zarokê 5 salî Habîr Oral bi giranî birîndar kirin.
Polîsan bi wesayîtên zirxî li navçeya Cizîrê zarokê 5 salî Habîr Oral bi giranî birîndar kirin.
Li Cizîrê polîsên ku bi wesayîta zirxî li taxê digeriyan, wesayît li zarokê 5 salî Habîr Oral qelibandin û ew bi giranî birîndar kirin. Li taxa Yafesê ya navçeya Cizîr a Şirnexê polîsên ku bi wesayîta zirxî digeriyan, ji ber ku bilez diçûn wesayît li zarokê 5 salî Habîr Oral qelibandin. Polisan Oral bi giranî birîndar kir. Welatiyên derdorê Oral ê bi giranî birîndar bûyî rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Di 24'ê Cotmehê de jî dîsa polîsan li taxa Nûrê bi wesayîta zirxî li zarokê 5 salî Hakan Sarak dabû û Sarak jiyana xwe ji dest dabû.