Polîsan li wekîlên HDP'yî dan: 8 kes hatin binçavkirin

Li Mûşê, girseya gel xwest komkujiyên li Kurdistanê tên kirin protesto bikin, lê belê polîsên Tirk êrîş kirin. Polîsan di destwerdanê de li Parlamenterê HDP'yî Yildirim jî xistin û 8 kes girtin binçavan.

Pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ya Mûşê, li dijî polîtîkayên komkujiyê yên AKP li Kurdistanê dimeşîne, li Meydana Şaredariyê civiyan. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de bi sedan kesan pankarta bi nivîsa "Em berxwedanên xwerêveberiyê silav dikin, komkujiyên li gelê me tên kirin şermezar dikin" vekirin û dirûşmên "Zext nikarin bi me", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" qîriyan.

Li dû daxuyaniya di dema çalakiyê de hat dayîn, girseya gel xwest biçe avahiya HDP'ê ya bajêr. Lê belê polîsan bi ava şid, fîşekên plastîk û gaza îsotê êrîş kirin. Polîsan her wiha li Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim xistin û Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Talîp Işik, Rêveberê DBP'ê yê Bajêr Naîm Sevînç jî di nav de 8 kes kirin binçavan.

Hat ragihandin ku polîsan welatiyên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê.