Polîsan li Wanê bi ser malan de girt

Polîsan li Wanê bi ser malan de girt

Polîsên AKP’ê li taxa Xaçortê ya Wanê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de zarokê 14 salî V.B. binçavkirin. Polîsên AKP’ê piştî V.B. serbest berdan xwestin li dozgeriyê îfadeyê bide.

Yekîneyên Polîsan li taxa Xaçortê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên AKP’ê piştî li malan lêgerîna hûr û kûr kir, zarokê 14 salî V.B. binçavkirin û serê sibehê serbest berdan. Dayîka V.B. Sureyya Ozdemîr anî ziman ku tevahiya şevê polîs bi maşîneyên zirxî li nava taxê geriyan û bi ser malan de girtin. Ozdemîr anî ziman ku, polîsan di serdegirtina malan de kurê wê binçavkirin û wiha got: "Polîsan hem neheqî li kurê min kirin û hem gef li wî xwarin. Piştî binçavkirin serê sibê serbest berda û dê pişt re biçe li dozgeriyê îfadeyê bide. Em dê serlêdana sûc bikin.