Polîsan li Cizîrê zarokekî din qetil kirin
Li Cizîrê ku terora dewleta Tirk di roja 15. de lê dewam dike, zarokê bi navê Huseyîn Ertene (16) bi guleya tîmên taybet hat qetilkirin. Ciwanê bi navê Orhan Levent jî ji lingê xwe birîndar bû.

Dewleta Tirk li Cizîrê komkujiyên xwe didomîne. Li taxa Cûdî, zarokê bi navê Huseyîn Ertene (16) ji ber guleya tîmên taybet a li sînga wî ket, jiyana xwe ji dest da. Gel cenazeyê Ertene ji cihê lê hat qetilkirin, rakir.
CIWANEK BIRÎNDAR BÛ
Li aliyê din, polîsên tîmên taybet ên Tirk ên li Girê Nexweşxaneyê bi cih bûn, gule li gel reşandin. Di vê êrîşê de ciwanê bi navê Orhan Levent ji lingê xwe birîndar bû.
GEL LI BER XWE DIDE
Tevî hemû êrîşan jî gel kolanan naterikîne û ji taxa Alîbeyê ber bi taxa Yafesê ve dimeşe. Di dema meşê de Droneke li ezmanan ji bo kişandina dîmenan digeriya, ji aliyê hêzên xweparastinê ve hat xistin.
DI NAVA 14 ROJAN DE 22 SIVÎL HATIN QETILKIRIN
Tevî zarokê bi navê Huseyîn Ertene, hejmara mirovên ji 14'ê Kanûnê û vir ve li Cizîrê hatin qetilkirin bû 22 kes.