Polîsan li Amedê zarokek qetil kirin
Li Amedê polîsên êrîş birin ser çalakiya protestoyî ya ciwanan dan pey zarokê 11 salî yê bi navê Beytullah Aydin. Aydin ê xwe spartibû apartmanekê ji qata 7 a avahiyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Ciwanên ku îşev li hemberî operasyonên leşkerî û yên siyasî ên li dijî gelê Kurd derketin, li Kolanê Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê rastî êrîşa polîsan ên bi bombeyên gazê, ava şid û çekan hatin. Di êrîşê de zarokên ku ji ber êrîşa polîsan reviyan û derketin ser avahiya bi navê Degîrmen ya li ser Kolana Ogretmenlerê. Dema zarokê bi navê Beytullah Aydin yê 11 salî xwest derbasî avahiya hember bibe, hesinê bin lingê wî şikiya û ji qata 7'an ket xwarê.
ŞAHIDÊ BÛYERÊ VEGOT
Şahidê bi navê M.B. ya 14 salî diyar kir ku dengek bi şid hatiye û li ser deng derketiye ber derî û wiha got: "Dema ku deng hat ez bi lez reviyam ber derî. Min dît ji avahiyê deng tê. Hevalên zarokê ku jiyana xwe ji dest dabû digotin 'Beytullah şiyar be.' Min mifteya komirdankê dît û min derî vekir. Min bang li cîranan kir û got 'Werin em zarokê ji vir derxin.' Zarok di nav xwînê de bû. Min xwest ku ez wî rakim lê pir giran bû. Pişt re min zarok girt hembêza xwe, carek nefes girt û berda, pişt re hîç nefes negirt. Dû re komên lêkolînê hatin. Lê ji ber gaza zede lêkolîn nekirin û yekser çûn."