Polîsan gorên gêrîlayan qeyd kirin

Polîsan gorên gêrîlayan qeyd kirin

Hate zanîn ku, li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan bi qemereyê gorên gêrîlayên HPG'ê kişandin.

Hate hînbûn ku, li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsên sivîl gorên gêrîlayên HPG'ê yek yek û bi komî bi qemereyê kişandin. Derket holê ku polîsan li Goristana Bajêrge ya ku 4 kîlometreyan ji navçeyê dûr û 49 gorên gêrîlayan hene, hatin qeyidkirin.

Her wiha nehate zanîn ku, polîsan bi kîjan armancê wêne û dîmenên goran kêşandin.