Polîsan êrîşî merasîma cenazeya gerîlaya YJA Starê Bûlût kirin

Li Nisêbînê polîsên Tirk êrîşî merasîma cenazeyê gerîlaya YJA Starê Lutfuye Bûlût (Jînda Mardîn) a li Qoserê jiyana xwe ji dest da, kirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 27'ê Kanûnê de gerîlaya YJA Starê Lutfuye Bûlût (Jînda Mardîn) jiyana xwe ji dest dabû û ji bo Bûlût li Nisêbînê merasîma cenaze hate lidarxistin.

Piştî merasîma cenaze ya bi hezaran kes beşdar bûn, cenazeyê Bûlût ber bi Goristana Hacilar ve hate birin. Di meşê de dirûşma "Şehîd Namirin" hate berzkirin.

Polîsan li Cadeya Midyadê pêşiya girseyê girtin û gel asteng kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin.

Ciwanan jî bi xweparastinê ve bersiv dan polîsan.