Polîsan êrîşî konê şînê kirin

Li Hezexê polîsên Tirk êrîşî konê şînê yê ji bo kesên du roj berê di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn, kirin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, du roj berê li taxa Yenîmahalle, di maleke de tup teqiyabû û di encama teqînê de Mehmet Latîf Olgar, Muhyettîn Olgar û Omer Geçgel jiyana xwe ji dest dabûn.

Konê şînê yê ku li Parka Aştiyê ya Taxa Tûrgût Ozal ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn hate danîn, rastî êrîşa polîsan hat.

Polîsan bi bombeyên gazê êrîşê konê kirin, gel jî çar aliyê konê dorpêç kir û dest bi çalakiya dengderxistinê kir.