Polîsan bi hinceta ku "Ewraqên wê kêmin" dest danî ser ambûlansa ku cenazeyê gêrîla Misleh Kara (Zagros Garzan) ku di çalakiya li hemberî Qereqalo Şitazina Oremarê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dabû, tê de bû. Cenaze bi ambûlansekî din birin.
Cenazeyê gêrîla Zagros ku di çalakiya 19'ê Pûşberê ya li hemberî Qeraqola Şitazina Oremarê ya li navçeya Gevera Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbata wî û rêvebirên MEYA-DER'ê ji Meletiyê hate girtin û birin Şirnexê. Cenaze li Hezexê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin. Di bin tedbîrên berfireh de cenaze gehişt Navçeya Cizîrê.
Lê li vir polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan riya karwana birî. Polîsan bi hinceta ku "Ewraqên wê kêmin" dest danî ser ambûlansa Şaredariya Nisebînê ku tê de cenazeyê gêrîla Zagros hebû. Li ser vê yekê ambûlansa Şaredariya Şirnexê hat cihê bûyerê û cenaze girt. Karwan bi sedan wesayîten ber bi Şirnexê ve bi rê ket. Karwan li noqteya lêgerînê ya cendirmeyan ya li Bajaroka Qesrîkê ji aliyê cendirmeyan ve hate rawestandin. Cendirmeyan ji bilî cenaze û malbata gêrîla Zagros rê neda tu kes derbas bibe. Lê li hemberî hemû astengiyan karwan heta Qilebanê çû. Hate zanîn ku, cenazeyê gêrîla Zagros dê li Gundê Hilal ya Qilebanê were veşartin.