PKK: Sala nû ya Newrozê wê bibe sala têkoşîn û şoreşê
"Jin û ciwanên Kurd ên bûne Egîd û Zîlan, berxwedana xwerêveberiya demokratîk di xeta serketinê de mezin dikin û faşîzma AKP'ê di xwîna dirijîne de difetisînin."
"Jin û ciwanên Kurd ên bûne Egîd û Zîlan, berxwedana xwerêveberiya demokratîk di xeta serketinê de mezin dikin û faşîzma AKP'ê di xwîna dirijîne de difetisînin."
Komîteya Rêveber a PKK'ê, li ser Newroza bi şiyara "Rêber Azad, Kurdistana Xweser Demokratîk û Tirkiyeya Demokratîk" tê pêşwazîkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
GELÊ KURD LI DIJÎ FAŞÎZMA DAIŞ'Ê Û AKP'Ê BI LEHENGÎ LI BER XWE DIDE
Daxuyaniya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Em Newrozeke nû pêşwazî dikin, ku bi qasî êşên giran, kêfxweşî û hêviyên wê jî mezin in. Em cejna vejîn û azadiyê Newrozê di serî de li Rêber Apo, li tevahiya gelê xwe yê leheng ê li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê li ber xwe dide û tevahiya mirovahiya demokratîk pîroz dikin. Di şexsê şehîdên me yên mezin ên Newrozê hevrê Mazlûm, Mahsûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan de, hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan bidin jiyîn, armancên wan bi ser bixînin.
Di Newroza 2016'an de cîhan tev careke din dibîne, ku bi pêşengiya jin û ciwanan re gelê Kurd ji bo azadî, demokrasî û biratiyê, li dijî faşîzma DAIŞ û AKP'ê bi lehengî li ber xwe dide. Bi vê wesîleyê, di serî de Siloiya, Cizîr û Sûrê em berxwedana xwerêveberiya demokratîk a li Nisêbîn, Şirnex, Gever û hemû bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê yên li ber xwe didin, silav dikin. Di heman demê de em serketina mezin a gelê me yê Rojavayê Kurdistanê yê leheng, ku şoreşa azadiyê ya 19'ê Tîrmehê li ser bingeha Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê veguherand Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, pîroz dikin. Weke tevger û gel em di wê baweriyê de ne, bi afirandina yekîtiya şoreşger-demokratîk a gelên li Sûriye û Tirkiyeyê re em ê bi ser bikevin.
EM BI LEHENGÎ Û HÊVIYÊN MEZIN NEWROZÊ PÊŞWAZÎ DIKIN
Weke gelê bûye Newroz, em hîn bêhtir nêzî azadiyê û serketinê ne û Newroza 2016'an jî bi vî rengî dijîn, pîroz dikin. Li aliyê din komkujiyên wehşî û êrîşên faşîstên DAIŞ û AKP'ê yên dijminê mirovahî û Kurdan e, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Me serdemeke dîrokî ya zivistanê li dû xwe hişt, ku bi qasî êşên xwe yên giran, hêviyên xwe yên mezin, bi qasî zor û zehmetiyên xwe, serketinên xwe jî gelek bûn. Êrîşkarên roja îro ku di şexsê faşîzma DAIŞ û AKP'ê de xwe nîşan didin, ne kêmî Dehaqên zalim ên beriya hezaran salî ne. Lê belê êrîşkarên faşîst bi israr naxwazin bibînin û fêm bikin, ku di nava gelê Kurd de Kawayên Hesinkar, Kawayên Hemdem Mazlûm Dogan, Bêrîvan û Ronahî hene. Pêşengên gel ên berxwedêrên Silopiya û Cizîrê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir ên li ser şopa wan hene. Gerîlayên leheng, xweparastin, jin û ciwanên li ser xeta serketinê ya Rêber Apo dimeşin, hene. Ev hêz îro bi awayekî topyekûn li ber xwe didin û faşîstên DAIŞ û AKP'ê ku Dehaqên zalim ên roja îro ne, anîne ber têkçûna mayînde.
Ev bi awayekî vekirî tê dîtin; weke gel û tevger em bi hêviyên mezin û bi berxwedaneke lehengî dest bi saleke nû ya Newrozê dikin. Dijminê faşîst-mêtînger jî, komkujiyên xwe yên hovane û êrîşên zalimane û namerdî didomîne. Weke ku li Cizîr û Sûrê tê dîtin, tax û bajaran serûbin dike. Helw dide gelê me ji mal, tax û welatê xwe derxîne. Jin, zarok, extiyar, mêr, mirovên me li naverastê qetil dike, benzînê bi ser birîndarên me ve dike û bi saxî dişewitîne, bombeyan li şehîdgehên me dibarîne, cenazeyên me bi erdê re kaş dike û tazî dike! Yek ji komkujiyên herî hovane û namerdî yê dîrokê dimeşîne. Hewl dide dîroka me, erdnîgariya me û hebûna gelê me tine bike. Li ser vê bingehê li nava çavên cîhanê dinêre û bi awayekî vekirî qikirinê dike, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Bi qedexekirina pîrozbahiyên Newrozê re dixwaze hêvî û bextewariya gelê me tine bike.
CIWANÊN KURD ÊN BûNE EGÎD Û ZÎLAN NATIRSIN
Lê bêhude ye; dijminê faşîst-mêtînger xwe bi awayekî mezin dixapîne. Ji ber ku ev hemû êrîş û terora faşîst, jin, ciwan û gelê Kurd natirsînin. Berevajî, hêrsa wan mezin dikin û wan dikin berxwedêrên leheng. Jin û ciwanên Kurd ên bûne Egîd û Zîlan, berxwedana xwerêveberiya demokratîk di xeta serketinê de mezin dikin û faşîzma AKP'ê di xwîna dirijîne de difetisînin.
Sêvê, Ekîn, Zamaniyên bêteredût li ser şopa şehîdan meşiyan, destanên nû yên lehengiyê nivîsandin. Gelê me berxwedana leheng a li Kurdistanê, di ser Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan re derbasî Tirkiyeyê dike û rêya yekîtî û têkoşîna hevpar a bi gelên Tirkiyeyê re dafirîne. Bi hev re, bi biryardariyeke mezin re ber bi 'Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad' ve dibeze.
Ev hemû bi awayekî vekirî nîşan didin, ku sala nû ya Newrozê wê bibe saleke şoreşê û têkoşîneke mezin. Gelê me li dijî her şêwe êrîş û komkujiyên hovane yên hêzên faşîst-mêtînger, wê bi berxwedanê re ber bi armanca xwe ya 'Rêberê Azad, Kurdistana Xweser Demokratîk û Tirkiyeya Demokratîk' ve bimeşe û parçe bi parçe jî bibe wê berxwedana xwerêveberiya demokratîk bigihîne serketinê. Bangên berxwedanê yên Hevserokên Meclîsên me yên Gel ên Silopiya û Cizîrê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir ên heta azadiyê, wê weke fermaneke divê bi cih were anîn, bê dîtin. Gerîla wê derbên giran li dijminê mêtînger-faşîst bixe, hêzên parastina sivîl wê kolan û taxên xwe rizgar bikin, rêxistinên me yên jin û ciwanan wê li ser bingeha gelê şervan, neteweya demokratîk gav bi gav ava bikin. Li ser vê bingehê bi berxwedana xwecihî re, wê Kurdistan gav bi gav ber bi azadiyê, Tirkiye jî ber bi demokratîkbûyînê ve biçe.
BANGA TEVLÎBÛNA LI PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ
Weke Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê em Newroza nû li ser vê bingehê pêşwazî û pîroz dikin. Em dixwazin bêjin; hêviya me ya ji bo azadiyê ji her demê bêhtir xurt e û em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne. Lis er vê bingehê em careke din Newrozê li Rêber Apo û gelê xwe yê leheng pîroz dikin; di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe û hêzên azadiyê dikin, ku cejna Newrozê ya 2016'an bi ruhê berxwedana Cizîr û Sûrê pîroz bikin, her derê bikin Cizîr û Sûrê, ruhê berxwedan û azadiyê yê Newrozê her tim zindî bikin, li her derê Newrozê bi coş pîroz bikin, nîşanî dijminê faşîst bikin ku Newroz ne ya qedexekirinê ye, ji bo azadiya Kurdistanê û mercên jiyana azad a Rêber Apo bikevin nava hewldanan!"