Pitika bi navê Miray li ser singa cenazeyekî radizê

Pitika bi navê Mîray ji ber cih li morgê nemaye, li ser singa kesekî ku wek wê ji aliyê hêzên dewletê hatiye qetilkirin û cenazeya wî li morgê tê rawestandin hatiye danîn.

Pitika bi navê Mîray ji ber cih li morgê nemaye, li ser singa kesekî ku wek wê ji aliyê hêzên dewletê hatiye qetilkirin û cenazeya wî li morgê tê rawestandin hatiye danîn. Bedena biçûk a pitika Mîray a ku dayika wê ji mirina wê ne agahdar e, li morgê li benda roja xwe ya oxirkirinê ye.

Cenazeyên kesên ku di êrîşên qirkirinê yên di bin navê ‘qedexeya kolanan’ de li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê tên meşandin de jiyana xwe ji dest didin li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Ji ber êrîşên zêde hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêde bûn, di morgê de cih nema. 

CENAZE DEST BI RIZÎNÊ KIRIN

Li ser rizîna cenazeyên ku ji ber cih tineye negirtine morgê, bi piştgiriya saziyên civaka sivîl ve konteynirekî hewa sar hat temînkirin. Lê rayedarên dewletê bêyî ti hincetan nîşan bidin, destûr nedan ku cenaze naqlî konteynirê hewaya sar bibe.

CIH JI BEDENA BIÇÛK A PITIKA BI NAVÊ MIRAY RE JÎ TINEYE

Yek ji bo cenazeyê wê cih nayê dîtin jî pitika 3 mehê xwe tijî nekirî ya êvara 25’ê Kanûnê ji aliyê hêzên dewletê hatiye qetilkirin, pitika bi navê Mîray e. Pitika ku hê beriya 3 mehan çavên xwe li cîhanê vekiribû, tevî jiyana wê ya kurt jî dewletê temenê wê tijî êrîş, qedexe û qetlîam kirin. Lê dewletê ji bo bedena Mîray jî ti cih neda.

LI CEM DAYIKA TAYBET E

Cenazeya Mîray a ku hê hayê dayika wê Solîn Înce ji qetilkirina wê tineye, li morga ku cenazeya dayika Taybet a ku li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hate qetilkirin û 8 rojan li nava kolanê hat hiştin e, û li benda roja ku wê ber bi bêdawîtiyê bê oxirkirin e.