Piştî pevçûnê Serfermandarê Giştî yê Tirk çû herêmê

Piştî pevçûnê Serfermandarê Giştî yê Tirk çû herêmê

Piştî pevçûna li herêma Oremar ya Colemêrgê ku herî kêm 8 leşker mirin û 16 jî birîndar bûn Serfermandarê Giştî Orgeneral Necdet Ozel çû herêmê.

Tê ragihandin ku, gêrîlayên HPG’ê li Oremarê li sê noqteyan êrîş pêkaniye.

HPG’ê heya niha di derbarê pevçûnê de daxuyaniyek ne daye. Lê li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê 8 leşker mirin, 16 jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku, li herêmê operasyon bi piştgiriya hewayî didome.

Piştî pevçûnan Serfermandarê Giştî Orgeneral Necdet Ozel çû herêmê.