Piştî Lozanê cara yekem, Desteya Bilind a Kurdan

Piştî Lozanê cara yekem, Desteya Bilind a Kurdan

Desteya Bilind a Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê hat sazkirin, li Rojavayê Kurdistanê rêxistina herî bilind a siyasî ya Kurdan e. Deste ji 10 endaman pêk tê. Di nava van komîteyan de komîteyên cûda hene.

Hin ji wan komîteyan;

Komîteya Parastinê: Ev ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yak u beriya demekê avabûna xwe ragihand pêk tê. Ev komîteyên parastinê, bajarên ku rêveberiyên wan ketin destê gel diparêze. Ligel vê; ji bo parastina gelê sivîl ên li Qamişlo û Helebê derdikevin dewriyeyê, bi awayeke sîstematîk xebatên xwe dimeşînin.

Komîteya Dîplomasiyê: Ev komîte jî ji 10 endaman pêk tê û wezîfeya wê ew e ku bi nave Kurdên Rojavayê Kurdistanê dîplomasiyê bike. Yanî bi gotineke din, dê bi navê hemû sazî û rêxisitnên Kurdan tenê ev komîte hevdîtinan pêk bîne. Ev komîte di çarçoveya ji aliyê Desteya Bilind a Kurdan ve hatiye danîn tevdigere û bi navê hemû partiyan hevdîtin dike.

Komîteya Navxweyî (Hundirîn): Ev komîte jî berpirsa jiyana rojane, pirsgirêkên civakî, aborî, mitîng, tenduristî û perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê ye. Weke hemû komîteyên din, komîteyên alîkar ên vê jî hene.

PIŞTÎ LOZANÊ CARA YEKEM

Desteya Bilind a Kurdan a ku bi biryara hemû rêxistin û partiyên Kurdan hat avakirin, ev yek cara yekem e ku piştî peyaman Lozanê ya ku Kurdistan têde hate parçekirin. Jixwe ev yekem car e ku li parçeyek a Kurdistanê bi beşdariya hemû kom û partiyên Kurdan rêveberiyeke wiha hevpar tê avakirin. Tişta girîng ew e ku ev yekem car e ku ev qas partiyên Kurd bi hev re dîplomasiyê dikin û bi armanca parastina gel xebateke wiha hevpar dikin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê jî di ferqa vê yekê de ye. Jixwe gel vê yekê di xwepêşandanên bi heybet ên ku di 29’ê tîrmehê de hatin lidarxistin nîşan da. Ji sedî 90’ê gelê Rojavayê Kurdistanê beşdar bû û got; “Deste nunerê min e.”

“EM YEK IN, EM KURD IN Û EM MAFÊ XWE DIXWAZIN. PÊWÎST BE EM Ê BEDELA WÊ BIDIN”

Me vê eleqeya gel ji Berdevkê Ragihandinê yê Desteya Bilind a Kurdan, Ehmed Silêman pirsî. Ehmed SIlêman got; “Gelê me du peyam da. Ya yekem ji bo me, ya duwem jî ji bo derve. Gelê me destnîşan kir azadî tenê dikare bi yekitiyê bê bidestxistin. Êdî tu tevgerên Kurdan nikarin li derveyê perspektîfa yekitiyê tevbigere. Peyama duwemîn jî da ye derve, cîhanê û bi taybet aliyên ku ji pêşketinên li vê derê ne rehet in û gotin; “Em yek in, em Kurd in, em mafê xwe dixwazin, ger pêwîst be em ê bedel bidin.”

Yek ji xebatên sereke yên ku Desteyê daniye pêşiya xwe, formulekirina daxwazên Kurdan li Sûriyeyê ye. Komên Kurdan li vê derê ji bo rêveberiyê pêşniyarên cûda dikirin. Lê êdî dê ev yek jî bi rêziknameya Desteya Bilind were diyarkirin. Gotûbêja li ser vê yekê tê kirin.

SALIH MUSLIM: NASKIRINA MAFÊN KURDAN XETA ME YA SOR E

Endamê Desteya Bilind û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî van gotûbêj û daxwazên Kurdan bi vî awayî formule dike; “Em ji bo gelemperiya Sûriyeyê makeqanûneke demokratîk dixwazin. Di çarçoveya vê makeqanûna demokratîk de dive gelê Kurd weke neteweyekê were qebûlkirin û di vê çarçoveyê de naskirina hemû mafan, daxwazên me yên sereke ne. Evane xeta me ya sor in. Me weke Desteyê li ser vê yekê li hev kiriye. Birêvebirina herêma me bi xwe jî mijarek wisa ye ku em ê li Şamê li ser biaxivin. Em ne parçebûna Sûriyeyê, em di çarçoveya yekpariya xaka Sûriyeyê de di çarçoveya makeqanûnê de mafên xwe dixwazin.”

Baş e, ji bo Kurdan niha mijara herî lezgîn çi ye? Kurd di nava van pirsgirêk û aloziyan de pêşekiyê didin kîjan mijarê? Endamê Desteya Bilind a Kurdan û Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm û Berdevkê Ragihandinê yê Desteyê Ehmed Silêman bal dikişînin ser heman mijarê:

1-Ji bo şerê diqewime derbasî herêma Kurdan nebe tedbîr bên girtin û bi armanca xweparastinê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bên bihêzkirin. Yanî yek ji mijarên pêşekiyê didinê parastin e.

2.Rawestandina hemû şer û tundiya li Sûriyeyê diqewimin.

Endamên Desteya Bilind a Kurdan, der barê pirsa têkiliyên wan bi komên din ên muxalîfên Sûriyeyê re hene an na, dibêjin ku têkiliya wan bi hemû komên muxalîf re hene û bê îstîsna dê berdewam bikin. Carnan nêrînên xwe diyar dikin. Muxalîfên ku dixwazin înarkirina Kurdan derxînin pêş, weke aliyên ku piştgirî ji Tirkiyeyê digirin tên şîrovekirin. Tiştek din ku Tirkiye dixwaze rê li ber vebike ew e ku Kurd bi awayê parçe parçe tevbigerin. Dixwazin vê siyasetê bi rêya Başûrê Kurdistanê bimeşînin. Armanca Davûtoglû ya ji serdana vê dawiyê ya li Hewlêrê ev bû. Lê di nava Kurdên li Rojava de tu zemîneke wiha tune ye. Li Rojavayê Kurdistanê, di jiyanê de, tiştên têne axaftin, nêrîn, hest, ji yên li derve tên gotin pir cûda ne.

DIVÊ RÊVEBERIYA ENQEREYÊ JI FOBIYAN KURDAN RIZGAR BIBE

Kurdan gavek bêveger avêtin, niha jî hewl dide ku vê yekê bi hêz bikin. Kurd ji bo sîstemek ji bo destkeftiyên xwe deynin, di nava xebat û sazûmaniyeke mezin de ye. Kesên ku lingek ê wan li derve ye û dixwaze ziyanê bide vê van destkeftiyan, dizanin ku civak dê wana qebûl neke. Ji ber wê jî tu siyasetmedarek nikare vê yekê bide çavê xwe. Hewldanên Enqereyê jî pûç in.

Baş e, divê Enqere çi bike? Desteya Bilind dibêjin ku bila Enqere belaya xwe ji me veke, ji me netirse, bila pirsgirêka Kurd a li wê derê çareser bike, ger çareser neke nikare xwe ji van tirsan rizgar bike. Salih Muslim jî dibêje ku rêveberiya Enqereyê tenê dikare bi destjêberdana “fobiya Kurdan” rizgar bibe.