Piştî Chevronê, Totalê jî li Hewlêrê hevpeyman îmze kir

Piştî Chevronê, Totalê jî li Hewlêrê hevpeyman îmze kir

Li rexmî gefên hikumeta Bexdayê piştî şîrketa Amerîkayê Chevronê, şîrketa mezin ya Fransayê Totalê jî ji bo derxistina petrolê bi Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê re hevpeyman îmzekirin.

Daxuyaniya ku Totalê dayî ragihand ku, bi saya hevpeymanê di nezlê Amerîkan Marathon Oil de ji bo petrolê li Herêma Kurdistanê derxînin, di du belgeyên ji sedê 35’ê tevlîbûn pêkaniye.

Koma Fransayê got; “Bi vê hevpeymanê, ew dê piştgiriyê bidin pêşketina sektora petrolê ya li Iraqê û dixwazin bi projeyên nû razemeniyê bikin.”

Hate ragihandin ku, cihên xwediyê rûpîvanekî 705 km2 û 4224 km2 Herîr û Sefîn hatine diyarkirin. Totalê aşkera kir ku, ji bo pêşxistina bloka Sefînê ew dê bibin operator.

Totalê bi vê hevpeymanê restek kêşa hikumeta navendî ya Bexdayê û bi hikumeta Federal ya Kurdistanê re li hev hatin. Li gorî ajansa AFP’ê berdevkek yê Totalê ragihand ku, me meqamên hikumeta Iraqê agahdar kirin.

Di meha hezîranê de hikumeta navendî ya Iraqê şîrketên Fransayê hişyarkiribûn ku li gel Herêma Kurdistanê hevpeymana îmze bikin, ger tiştek wisan bikin gotibû dê hevpeymanên li gel Bexdayê îptal bikin. Rêveberiya Bexdayê dabû diyarkirin ku, Chevron êdî ji bilî Herêma Kurdistanê dê nekare li ti derên din bixebite.